Fetwayen Kurdi
Cin dikarin têkevin xewna meriv?

Cin dikarin têkevin xewna meriv?

Pirs: Gelo cin di xewê de tên meriv? Hin caran em xewnên pir ne xweş dibînin û em nikarin tu duayan jî bixwînin. Ev tiştê han, gelo bi sedem cinan e?

Bersiv: Cin dikarin têkevin xewna meriv. Lewra Xwedê Teala, hemî derfet û îmkan dane şeytan da ku bikaribe însanan bixirîne û wan têxe rêyên şaş. Şeytan çawa ku dikare têkeve sûretê şêx û alimekî, keza ji bo hin tiştan telqînî meriv bike -da ku meriv xwe bi yekî wiha ve girê bide-, dikare têkeve xewna însan. Da ku meriv têxe guneh, guneh li ber çavên meriv bixemilîne yan jî meriv bitirsîne û ji bo tiştên mîna van, dikare têkeve xewna meriv. Bûyera ku di pirsa xwe de we behsa wê kiriye, têkilatiya wê bi cinan re tune ye. Rewşeke wiha dibe ku bi sedem ku meriv westiyayî ye, ji şaşîtiyeke di gera xwîna di rehan de yan jî ji dayin û stendina rêyên di nefesê de pêk hatibe.