Fetwayen Kurdi
Dema em li pîrekên vekirî mêze bikin, gelo kî dibe sûcdarê eslî?

Dema em li pîrekên vekirî mêze bikin, gelo kî dibe sûcdarê eslî?

Pirs: Di roja me ya îroyîn de em dibînin ku pîrekên pir vekirî hene. Heta yên ku vê yekê şor dikin, cilên teng, dêr û etekên teng û hwd. lixwe dikin jî hene. Em zilam bixwazin nexwazin, çavên me bi alî wan ve dişemite. Lê, di vê de mîna yê ku dinihêre gelo rola yên ku meriv tehrîk dikin jî tune ye?

Bersiv: Di ayeta 30’em ji sûreyê Nûr, Xwedê Teala li mêran ferman dike ku li heramiyê nenihêrin, di ayeta 31’em de jî li jinan ferman dike ku pîrek jî li heramiyê mêze nekin û xeml û xişrên xwe li hember zilamên biyanî veşêrin.

“Ji zilamên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin. Lewra ev, ji bo wan çêtir e. Bêguman Xwedê ji ya ku ew dikin agahdar e.

Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin…”[1]

Pîreka ku xwe veke, bi sedem ku vê fermana Xwedê Teala pêk neaniye, dikeve guneh. Zilamên ku li pîrekên xwe wiha girêdane binihêre, wan jî qedexeya Xwedê Teala ya nerîna li heramiyê bin pê kirine. Ango herdu jî dibin gunehkar. Di vir de ne hewce û pêwîst e ku zilam jinan sûcdar bikin an jî jin mêran sûcdar bikin. Dema hin pîrek xwe vebikin, ev rewş maf û heq nade mêran ku li wan mêze bikin. Divê evê hedîsa ku ji Pêxemberê me (s.a.w) hatiye ragihandin jî neyê jibîrkirin:

Zina çavan, nerîn e.”[2]



[1] Nûr, 24/30-31.

[2] Buxarî, Isti’zan, 12.