Fetwayen Kurdi
Dema pîrek doza berdanê veke, malê wan dê çawa were parvekirin?

Dema pîrek doza berdanê veke, malê wan dê çawa were parvekirin?

Pirs: Ji ber hin zehmetiyên min ên di kar de bi sebebê ku min cihê xwe yê kar girtiye û ji aliyê aborî ve ez ketime hin krîzan, pîreka min dev ji mala xwe berda û çû. Ew, di nexweşxaneyekê de karê hemşîretiyê dike. Ji bo berdaneke Îslamî, divê ez çi bikim? Di resmiyetê de hîn me dev jihev bernedaye. Digel ku min jê re got, eger tu venegerî malê ez ê te berdim, lê belê dîsa jî karê ji xwe re dike bahane û venegeriya malê. Ez jî ji ber nexweşiya diya xwe, nikarim dest bi kar bikim. Du kurê me û xaniyekî ku berê me kirî bû –çaryeka pereyê wê pîreka min dabû– heye. Ji aliyê Îslamî ve parvekirina mal û rewşa zarokan divê çawa be?

Bersiv: Eger doza berdanê ji aliyê pîreka we ve bê kirin, tiştên we dayiyê hûn dikarin jê bixwazin. Lê belê eger hûn doz bikin, hûn nikarin tiştekî jê bistînin. Hûn ê di dema ‘ideyê de di heman malê de bimînin. Li gorî ku çaryeka pereyê xanî wê daye, çaryeka xanî malê wê ye. Zarok eger heft salî yan jî hîn mezintir bin û hûn ê bikaribin li wan binihêrin, ya munasib ku hûn wan bibin ba xwe. Eger rewşa dê munasib be, ew jî dikare li wan binihêre. Di herdu rewşan de jî dê û bav kengî bixwazin dikarin zarokên xwe bibînin. Mesref û nefeqeyên zarokan bi temamî di stûyê we (bav) de ye.