Fetwayen Kurdi
Dema meriv deh çûwalan bi deyn bibe, dê deynê xwe çawa bide?

Dema meriv deh çûwalan bi deyn bibe, dê deynê xwe çawa bide?

Pirs: Ez karê ‘elaftiyê dikim. 10 çûwalên ku min firotiye bikir, 100 lîreyan digire û ez li deftera deynan dinivîsim. Piştî ku salek di ser de derbas dibe, bikir dê deynê min ê ku lê ye 100 lîreyan bide yan jî dê li gorî bihayê piştî salekê were nirxandin û wî bihayî bide min?

Bersiv: Piştî ku we bazara xwe fek kir û mal hat teslîmkirin, deynê bikir sirf dibe 100 lîre. Eger deynê xwe di wext de nede û bi sedem enflasyonê qîmeta pere dakeve, hûn dikarin ji roja qewlê xwe ferqa enflasyonê ji bikir tehsîl bikin. Ji vê pê ve, hûn nikarin doza tiştekî din lê bikin.

Em tewsiya dikin ku hûn nivîsa di lînka jêr de ye bixwînin:

Ödemeyi Geciktiren Borçluya Maddi Ceza