Fetwayen Kurdi
Di berdana beriya zîfafê de, gelo dîsa jî şert e ku di hizûra du şahidan de pêk were?

Di berdana beriya zîfafê de, gelo dîsa jî şert e ku di hizûra du şahidan de pêk were?

Pirs: Di sûreyê Telaq de emrê misilmanan tê kirin ku jinan di “‘iddê” û di hizûra du şahidan de berdin. Eger telaq piştî nîkahê, lê belê beriya şeva zîfafê be, dîsa jî şert e ku di hizûra şahidan de bê berdan an na?

Bersiv: Di jinberdanê de hebûna şahidan şert e. Encax pîreka ku neketibe zîfafê, ji ber ku tu ‘ideyekî ku bisekine tune ye, berdana wê ya di hundirê ‘ideyê de jî tune ye. Ango mêrê wê di hizûra du şahidan de kengî bixwaze dikare wê berde.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Dema we jinên bawermend li xwe mahr kirin, paşê beriya hûn herin livîna wan, we ew berdan, vêca ji bo we li ser wan tu ‘ide tune ye ku hûn li ser wan bijimêrin. Nexwe ji malê xwe qenciyekê bi wan bikin û bi awayekî rind rêya wan vekin.”[1]



[1] Ehzab, 33/49.