Fetwayen Kurdi
Ma çilê zarokan heye?

Ma çilê zarokan heye?

Pirs: Mesela çilê zarokan, gelo xurafe ye? Ma şûştin û rakirina xuslê bo bebekan heye?

Bersiv: Tiştê ku bi navê çilê zarokê tê zanîn, tore û kevneşopiyek e. Di dînê me de tiştekî bi vî rengî tune ye.

Rakirina xuslê jî bo limêjê lazim e. Ji ber ku kirina limêjê li ser bebek an jî zarokên ku hêj negihaştine çaxa bilûxê, ne ferz e, rewşeke ku xuslê ji bo wan pêwîst bike, tune ye. Ew, bi tenê bo paqijiyê, ne ji bo tiştekî din tên şûştin.