Fetwayen Kurdi
Di heman demê de nîkah bi du kesan re were birîn?

Di heman demê de nîkah bi du kesan re were birîn?

Pirs: Ez ê di nêz de bizewicim, lê belê ez ji yekî din hez dikim. Eger ez bi yê ku ez jê hez dikim re nîkaha dînî bibirim û pê re xeber bidim, ez bi mêrê xwe re jî dibim nîkahkirî? Li aliyê din, ma ev dibe îxanet û pir guneh e? Encax tiştekî ku ez bikim jî tune ye. Hûn dikarin alîkariya min bike? Ez dizanim ku ez di rêyeke şaş de me. Ez ê bizewicim, encax ez ji yê din jî pir hez dikim û ez ê bi mêrê xwe re îxanetê bikim. Rica dikim, rêyeke xelasiyê bi ber min bixin.

Bersiv: Nîkah, zewac e. Ne tiştekî şeklî ye ku -xwedênegiravî- meriv pê bi hêsanî ji xwe re bigere, bipeyive, bi destê hev bigire û bi hev re bijî. Nîkah saziyeke dînî ye nayê istismarkrin.

Pîrekek di heman demê de nikare bi du kesan re bizewice. Ma hûn nîkahê, tiştekî ji xeyrî zewacê qebûl nakin? Heta ku hûn bi mêrê xwe re nîkahkirî bin, hûn nikarin bi yekî din re bizewicin.

Hûn destûra zinakirinê ji me dixwazin. Wê gavê, bi yê ku hûn naxwazin re çima hûn dizewicin? Herin bi yê ku hûn jê hez dikin re bizewicin. Zewaca bi zorê nabe. Piştre, ê ku hûn ê pê re bizewicin, çi sûcê wî heye? Ew ê bi we û duristiya we bawer be û bibêje ku helaliya min e. Lê belê hûn ê bi yekî din re xweş bêş bibin. Tiştê wisa çênabe. Wê gavê divê hûn bi wî zilamî re nezewicin. Eger hûn bizewicin jî divê hûn, ê din ji bîr bikin. Biryara yekî ji herduyan bidin.

Ha ev jî heye, malbata we zorê dide, da ku hûn bi yekî bê dilê xwe re bizewicin? Ji vê re bersiveke ku dînê me bide heye:

Keçeke ezeb hat cem Hezretî Eyşe. Got: “Bavê min, da ku cihê/meqamê xwe pê bilind bike, ez bi kurê birayê xwe re zewicandim. Lê belê ev, ne bi dilê min e.” Hezretî Eyşe got: “Heta Qasidê Xwedê were, rûnê” Qasidê Xwedê hat. Keçikê rewşa xwe jê re got. Wî, di gavê de yek şand pey bavê wê ku were. Di wê mijarê de desthilatî, da keçikê. Keçikê got ku: “Ey Qasidê Xwedê! Birastî, min destûr dabû ya ku bavê min kiribû, lê belê min xwest ku ez hîn bibim; ka di vê mijarê de tu mafekî pîrekan heye yan na.”[1]



[1] Nesaî, Nîkah, 36; Îbn Mace, Nîkah, 12; Ebû Dawûd, Nîkah, 26; Ehmed kurê Henbel, Musned, VI, 136. (Metinê hedîsê ji Sunena Nesaî, hatiye giritin).