Fetwayen Kurdi
Di hevdîtina bi merivên xwe yên nêz re divê meriv bala xwe bide çi?

Di hevdîtina bi merivên xwe yên nêz re divê meriv bala xwe bide çi?

Pirs: Di hevdîtina merivên nêz de hin caran pirsgirêk dertên holê. Gelo di hevdîtina di navbera merivên nêz ên mêr û jin, pîvana Îslamî çi ye? Mesela bûkek, bi cil û bergên munasib dikare derkeve pêşberî tîyên xwe? Wekî din jî mebest ji gotina Pêxember (s.a.w) “Hemw mirin e” çi ye?

Bersiv: Pêxemberê me (s.a.w) di hedîseke xwe de wiha gotiye:

Ez, çûna bi bal pîrekeke ku mehremek pê re tune be, li we qedexe dikim.” Li ser vê gotinê pîrekekê ji Ensariyan pirsî:Ya Qasidê Xwedê! (Di derheqê eqrebayên ji bilî bav û lawan de tu nabêjî çi?)” Qasidê Xwedê wiha bersiv da: “Xelweta (sekna) bi wan re mirin e.”[1]

Bêjeya “hemw”ê ya ku di metnê hedîsê de bi Erebî derbas dibe, ji merivên mêr ên zilam re tê gotin. Mîna tî (birayên mêr) zarûyên apê wî û hwd.

Di hedîseke din de wiha derbas dibe: “Ji niha pê ve, bila tu zilam bi tenê derbasî ba pîrekekê nebe. Eger yek dudu hazir bin dikare.”[2]

Eger ku em herdu hedîsan bi hev re binirxînin, em ê bibînin ku çûna bi bal pîrekeke di odeyekê de û bi tenê, hatiye qedexekirin. Xelweta (sekna bi tenê) digel eqrebayên mêrê pîrekê jî ji ber ku pêkan e bêhtir bibe sedem ji bo fitne û hin xeteran, Qasidê Xwedê Teala gotiye ku: “Xelweta (sekna) bi wan re mirin e.” Pîrek dema li gorî fermanên Xwedê Teala xwe nixumandibe û ne li cihekî girtî be yan jî bi hebûna kesekî sêyem, dikare bi wan eqrebayan re hevdîtinê pêk bîne.



[1] Buxarî, Nîkah, 112; Muslim, Selam, 8 (2171).

[2] Muslim, Selam, 8 (2173).