Fetwayen Kurdi
Ma di Îslamê de piştî ku meriv dimire îsqata ji bo rojî limêj û hwd. heye yan na?

Ma di Îslamê de piştî ku meriv dimire îsqata ji bo rojî limêj û hwd. heye yan na?

Pirs: Li welatê me, dema yek bimire kefaretê rojî û sondên wî tê dayin. Gelo helwesteke wiha di dînê me çiqas rast e?

Bersiv: Di fiqha Îslamê de ev tetbîqa han bi navê “îsqata limêjê” û “îsqata rojiyê”, meşhûr e. Lê belê hemî delîlên li ber destên me, didin nîşandan ku îsqateke wiha ne pêkan e. Xwedê Teala wiha ferman dike:

 “Ji rizqê ku Me daye we înfaq bikin, beriya ku mirina yekî ji we bê û bibêje: Perwerdegarê min! Xweziya Te mirina min bidaya paş, da min sedeqe bidaya û ez bibûma ji qencîkaran!

Xwedê, mirina tu kesî bi paş de naxe dema ku mirina wî were. Xwedê bi ya hûn bikin agahdar e.”[1]

Dema yek bimire malê ku li pey xwe dihêle, êdî malê mîratxweran e. Bi sedem ku piştî mirina mirî, mal êdî yê mîratxweran e, ji terîkeyê tu xêr li mirî nayê kirin.

Di ayetekê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Hingê her kes dê bizanibe ka çi li pêşiya xwe şandiye û çi li dûv xwe hiştiye.”[2]

Ji Ebû Hureyre (x.j.q) hatiye ragihandin: Zilamek hat cem Qasidê Xwedê û jê pirsî:

“Ey Qasidê Xwedê! (Ji aliyê xêrê ve) kîjan sedeqe herî mezin e?” Qasidê Xwedê wiha bersiv da:

Di rewşeke ku tu li ser xwe bî (ne nexweş bî), pir çikûz bî, ji xizaniyê bitirsî û hêviya te di dewlemendiyê de hebe û tu sedeqeyê bidî. (Vi karî) nehêle heta ku ruh bigihêje gewriya te û tu bêjî bila ewqasî bidin filankes û ewqasî bidin bêvan kes. Bi hezir be, (ew mal) ji xwe bûye yê filankes.”[3]

Ji bo temaşekirina vîdeoyeke ku bi vê mijarê re têkildar e, ji kerema xwe re serî li lînka jêr bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/olen-kisinin-namaz-ve-oruc-borclari-iskat-ile-dusurulebilir-mi.html

Di Ansîklopediya “Türkiye Diyanet Vakfı İslam Ansiklopedisi” de ev agahî derbas dibe:

“Ev îsqat ji îbadetan limêj, rojî qurban, nezir û kefaret û deynên ku nehatine dayin, da ku meriv ji van deynan xelas bike, ku mirov fidyê bide feqîran re tê gotin… Di dema Hezretî Pêxember, sehabi, tabiî û etba-êı tabiîyan îsqateke bi vê wateyê tune bûye. Îbadet û kefaretên bi vî rengî, ji ber ku dikeve bin beşa mafê Xwedê Teala, wekî rêgezê îsqata wê nayê dayin.”[4]

Ji bo kesên ku dixwazin agahiyên berfirehtir bidest bixwin, dikarin li dersa ku di tarîxa 16 Rêbendan a 2010’an ya bi sernavê “mukayeseli fıkıh müzakereleri” hatiye kirin ji lînka jêr temaşe bikin û heman dersê bi awayê nivîskî li jêrê vîdeoyê bixwînin:

http://www.kurandersi.com/mukayeseli-fikih-muzakereleri/2010/iskat-olen-kimseyi-ibadet-borclarindan-kurtarmak.html



[1] Munafîqûn, 63/10-11.

[2] Înfîtar, 82/5.

[3] Buxarî, Zekat, 10; Muslim, Zekat, 92 (1032).

[4] Ji bo agahiyên berfirehtir bnh. Ali Bardakoğlu, “Iskat”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), XIX, 137-143.