Fetwayen Kurdi
Di kîjan rewşan de divê meriv nîkaha xwe nû bike?

Di kîjan rewşan de divê meriv nîkaha xwe nû bike?

Pirs: Ez dixwazim, di derbarê nûkirina nîkahê de agahdar bibim. Di kîjan rewşan de divê nîkah bê nûkirin? Şevên înê li hin mizgeftan, mele duayê nûkirina nîkahê dide kirin. Ma ev tişt rast e?

Bersiv: Ji kesên zewicandî re tiştekî bi navê nûkirina nîkahê tune ye. Di halê domandina zewacê de nîkah nayê nûkirin. Nûkirina nîkahê bi tenê dema ku -ji berdana cara yekemîn an jî cara duyemîn- ‘ideyê pîrekê qediya be pêkan e. Ev jî hin şertên wê mîna – îcab-qebûl û îlankirin û hwd.- hene. Nîkah sirf bi kirina duayan nayê birîn. Ew tiştê ku li hin mizgeftan tê kirin, ji ayet û hedîsan tu delîleke wê tune ye.