Fetwayen Kurdi
Ma divê mêr di kincan de bala xwe bidin çi?

Ma divê mêr di kincan de bala xwe bidin çi?

Pirs: Dema derpê li min be û li deverekê rûnêm jorê çonga min xuya dike. Jorê çongê ewret û cihê şermgehê ye… Ma ku xuya bike meriv pê dikeve guneh?

Bersiv: Di Qur’ana Pîroz de çi ji bo mêran û çi jî bo jinan fermana ku nirînên xwe kontrol bikin û cihên ewret û şermgeha xwe bigirin hatiye kirin. Xwedê Teala li mêran wiha ferman dike:

Ji zilamên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û fercên xwe biparêzin…”[1]

Ferc, ji navbera herdu lingan û derdora wê; ji ewretê mêr û jinan re tê gotin. Ev jî ji navikê heya biniya çokan e. Ev dera han, ji hevjîna meriv pêve tu kes nikare bibîne.

Di halê ku we derpê li xwe kiribe, we cihê şermgeha xwe nixumandiye. Normal e ku di dema birêdeçûn, rûniştin yan jî di dema hûn karekî bikin ku jorê çoka we xuya bike.

Kincê ku we li xwe kiriye ne tenik be -bi awayê ku bedena we di bin ve xuya bike- û ne pir teng be kafî ye.

Di derbarê cil û bergan de bo agahiyên berfirehtir ji kerema xwe re nivîsa ku di lînak jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/basortusu-ve-ortunme.html



[1] Nûr, 24/30.