Fetwayen Kurdi
Di meseleya îftidayê de, gelo çima pîrek divê ku mehrê li mêrê xwe vegerîne?

Di meseleya îftidayê de, gelo çima pîrek divê ku mehrê li mêrê xwe vegerîne?

Pirs: Dema pîrek bi rêya îftidayê ji mêrê xwe diqete, çima tiştên ku jê girtiye, divê ku lê vegerîne? Ez mentiqa vî karî meraq dikim.

Bersiv: Xwedê Teala ferman dike ku mirov beriya nîkahê mehra pîrekan bide wan û di dema zewacê de jî bicihanîna hemî îhtiyaciyên pîrekê xistiye stûyê zilam. Ev, ji bo zilam ji aliyê madî ve karekî pir giran e. Eger doza berdanê ji aliyê mêr ve bê kirin, zilam nikare qurûşekî jî ji mehra ku dayiye pîrekê jê bistîne. Ev, hukmê ayeta li jêr e:

Eger hûn bixwazin ku jinekê berdin û di şûna wê de jineke din bînin û we malekî pir dabiyê, vêca ji wî malî tiştekî nestînin. Ma hûn ê bi bêbextî û gunehkariyeke aşkere, jê bistînin?

Digel ku hûn çûne nivîna wan û wan ji we peymaneke giran jî wergirtiye, ma hûn ê çawa ji wan bistînin.”[1]

Encax, eger doza berdanê ji aliyê pîrekê ve hatibe vekirin û tu ‘uzr û qebaheta mêr tune be, di vî halî de divê pîrek mehra ku ji mêrê xwe stendiye lê vegerîne.

Di vê mijarê de tiştekî ku neyê fêhmê tune ye. Eger ev şertê han tune bûna, dê hin pîrekan îftidayê ji xwe re bikirina rêya bidestxina mal. Bi zilamekî re dê bizewiciya, mehra xwe bistenda. Piştre bi rêya îftidayê jê biqetiya, bi yekî din re bizewiciya û ji wî jî mehr bistenda. Encax di îftidayê de vegerandina tiştê ku pîrekê ji mêrê xwe stendiye, ev deriyê han girtiye.



[1] Nîsa, 4/20-21.