Fetwayen Kurdi
Di mijara dagirtina diranan de, gava li gorî fetwayê ‘emel bê kirin, ma meriv ji berpirsyariyê xelas dibe?

Di mijara dagirtina diranan de, gava li gorî fetwayê ‘emel bê kirin, ma meriv ji berpirsyariyê xelas dibe?

Pirs: Di çavkaniyeke ku min serî lê da, derbas dibû ku; “dema li hember fetwaya ku tê dayin di hundirê însên de şek û guman çêbibe, îbadeta însên ya di wê mijarê de ne durist e.” Di mijara duristbûn an jî neduristbûna girtina xuslê ji bo kesê ku diranê xwe qilifkiriye û hwd. di mezhebê Henefî de li gorî fetwaya Diyanetê û pirê kesan bi awayê; ku durist e, li aliyê din li gorî hindik kesan; ne durist e. Digel ku ez bi fetwaya Diyanetê ‘emel dikim jî bi min re hin weswese û guman jî heye. Bi vê re girêdayî, gelo îbadeta ku ez dikim durist e yan na? Eger bi min re guman hebe, gelo ez û yên ku mîna min dikirin ji peywirdariyê xelas dike? Em kesên muqelid (teqlîda mezhebekî dikin) sirf bi ‘emelkirina bi fetwayê mesûl in?

Bersiv: Kesên ku nikaribin xwe bigihînin çavkaniyan û muqayesa delîlan bikin, ji kesên ku baweriya wan bi wan tê, ji seyda û bi nerînên mezheban dê ‘emel bikin. Bi şertê ku ev tiştê tê teqlîdkirin ne li dijî hukmekî aşkere ji ayet û hedîsan be, ji aliyê dînî ve tu mehzûrek di ‘emelkirina bi tiştekî wiha de tune ye.

Lê mixabin nerîna ku dibêje desmêj û xusul ji ser meriv ranabe, yek ji mijarên ku serê însanan tevlihev kiriye.