Fetwayen Kurdi
Di Qur’anê ji cezayê sed daran pê ve, ma tu hedekî din heye?

Di Qur’anê ji cezayê sed daran pê ve, ma tu hedekî din heye?

Pirs: Di rûpelê 294’an de ji pirtûka we ya “Doğru Bildiğimiz Yanlışlar” derbas dibe ku “Di Qur’ana Pîroz de ji sed daran pê ve tu cezayekî din tune ye.” Hal ew e ku di Qur’anê de behsa cezayê jêkirina destan jî heye. Divê meriv vê yekê, çawa fêhm bike?

Bersiv: Di pirtûka me de beşa bi sernavê “Recmin Kalktığını Gösteren Hadisler” (Hedîsên Didin Nîşandan ku Recm Rabûye), wiha ye:

Zilamek sûcê xwe yê zinayê îtiraf dike. Qasidê Xwedê dar dixwaze. Darekî şikandî tênin. Dibêje “Bila yekî çêtir be.” Yekî nû tênin, girêkê wî nehatibû teraş kirin. Dibêje “Bila ji vî siviktir be.” Darekî rast û nerm tînin. Qasidê Xwedê ferman dike û bi dar li wî zilamî dixin. Piştre wiha dibêje:

Gelî însanan! Êdî dem hatiye hûn xwe ji sînorên ku Xwedê danine biparêzin. Kî pisiyekê ji wan pisiyan bike, bila xwe bi paçikê Xwedê, binixumîne. Lewra yê ku rûyê xwe şanî me bide, em ê Kîtaba Xwedê li ser tetbîq bikin.”[1]

Di vir de bê nihêrtina ku ezeb e yan na, ferman dike ku sed dar lê bên xistin. Piştre dibêje ku min emrê Kîtêba Xwedê aniye cih û hemî gumanên di vê mijarê de ji holê radike. Lewra di kitaba Xwedê Teala de ji cezayê sed daran pê ve tu cezayekî din tune ye.”[2]

Çawa ku tê dîtin di vir de tiştê ku behsa wî tê kirin, cezayê zinayê ye. Peyva “Di kitaba Xwedê Teala de ji cezayê sed daran pê ve tu cezayekî din, tune ye” sirf ji bo cezayê zinayê hatiye gotin. Eger hûn rabin tiştên beriya vê hevokê û tiştên piştî wê jê bibin û hewl bidin ku wê fêhm bikin, teqez hûn ê bigihêjin hin encamên şaş.

Di rûpelên 262-268’an ji heman berhema me, bi sernavê “Ceza Hukuku Prensipleri” (Prensîbên Huqûqa Cezayê), hûn dikarin cezayên sûcan ên di Qur’ana Pîroz de derbas dibin, bixwînin.

Nîşe: Hûn dikarin berhema “Kur’an Işığında Doğru Bildiğimiz Yanlışlar” ji lînka jêr bidest bixin.

http://www.suleymaniyevakfi.org/hizmetlerimiz/Kitaplarimizi-indirin.html

Her wiha hûn dikarin nivîsa me ya “Nesih ve Zina Cezası” (Nesix û Cezayê Recmê) jî ji lînka jêr bixwînin.

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/nesih-ve-recim-cezasi.html



[1] Muwetta, Hudûd, 2/12.

[2] Abdülaziz Bayındır, Kur’an Işığında Doğru Bildiğimiz Yanlışlar, çapa 3’mîn, Weşanên Weqfa Suleymaniye, Stenbol 2007, rp. 294.