Fetwayen Kurdi
Di rojên cejnê de ma divê meriv biçe serdana kê?

Di rojên cejnê de ma divê meriv biçe serdana kê?

Pirs: Di rojên ‘îdê de gelo kesên mezin divê herin ziyareta biçûkan, an biçûk divê herin serdana mezinan?

Bersiv: Li gorî adetê, yên biçûk ziyareta mezinên xwe dikin. Lê belê ji ber sedemên curbicur an jî ne ji ber tu sedemî, eger ên biçûk neçin ziyareta mezinên xwe û ev rewş bibe sedem ji bo rabûna têkilatiyên merivantiyê -mixabin rewş îro ew e-. Divê ku yên mezin sirf ji bo razîbûna Xwedê Teala serdana eqrebayan dewam bikin. Yanî yên biçûk ziyaret bikin.

Di rewşeke wiha de heta ji dest bê, divê ku mirov hemî eqrebayên xwe ziyaret bike û têkilatiyên xwe ji wan nebire. Û divê ku ayet û hedîsên li jêr ji mirov re bibin rê û rêber:

“Ji Xwedê re bendeyiyê bikin û qet tiştekî jê re nekin hevpar. Li dê û bav û lêzimên xwe, li sêwî û belengazan, li cîranên nêzîk û yên dûr, li hevalên ba xwe, li rêwî û yên di bin destê we de ne, qenciyê bikin. Xwedê ji yê xwedbîn û qure hez nake.”[1]

 “Mafê lêzim, xizan û rêwiyan bide, lê îsrafê meke.”[2]

Di hedîseke ku ji Ebû Hureyre (x.j.q) hatiye ragihandin, Qasidê Xwedê wiha gotiye: “Kesê ku baweriya wî bi Xwedê û roja qiyametê heye bila îkrama mêhvanê xwe bike. Kesê ku baweriya wî bi Xwedê û roja qiyametê heye bila bi eqrebayên xwe başiyê bike. Kesê ku baweriya wî bi Xwedê û roja qiyametê heye bila ya tiştekî bi feyde bibêje yan jî xebernede.”[3]

Li gorî ku ji Ebû Hureyre (x.j.q) hatiye ragihandin zilamek dibêje:

“Ey Qasidê Xwedê! Eqrebayên min hene. Ez ziyaretiya wan dikim, ew bi ser min de nayên. Ez başiyê bi wan dikim, ew nebaşiyê bi min dikin. Ez bi nermahî û xweşikî bi ber wan ve diçim, lê belê ew bi tundî bi alî min ve tên.”

Li ser vê, Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha dibêje:

Eger tu li gorî gotina xwe bî, mîna ku te qûma germ di gewriya wan de berdabe. Heta ku tu di kirinên xwe wiha dewam bikî, alîkariya Xwedê, bi te re ye.”[4]

Ji Ebdullah kurê ‘Emr kurê As (x.j.q) hatiye ragihandin ku Pêxemberê Xwedê wiha gotiye:

Dema mirov li hember başiyên eqrebayan bi heman başiyê bersiv bide, ew ne muhafeze û lênihêrtina li merivan e. Mirovê ku li merivê xwe miqate ye, dema ku têkilatiyên xwe jê bibirin jî ew, başiya xwe ya bi wan re berdewam dike.”[5]



[1] Nîsa,4/36.

[2] Îsra, 17/26.

[3] Buxarî, Edeb, 85; Muslim, Îman, 74-75; Her wiha binihêrin Buxarî, Nîkah 80, Edeb 31, Riqaq 23; Ebû Dawûd, Edeb 123; Tirmizî 50; Îbn Mace, Edeb 4.

[4] Muslim, Bir, 22.

[5] Buxarî, Edeb 15; Her wiha binihêrin Ebû Dawûd, Zekat 45; Tirmizî, Bir 10.