Fetwayen Kurdi
Ma dibe ku gotina “sed daran” di mijara cezayê zinayê de sembolîk be?

Ma dibe ku gotina “sed daran” di mijara cezayê zinayê de sembolîk be?

Pirs: Di sûreyê Nûr ayeta duyem de tê emirkirin ku “zilam û pîrekên zina kiribin bila sed dar li wan bê xwistin.” Gelo ev vegotineke sembolik e? Ango mena ku dê Xwedê Teala li axretê ceza bide wan, ma ne rastir e?

Bersiv: Kesên ku zina kiribin hem li vê dinyayê hem jî li axretê ji bo wan ceza heye. Xwedê Teala di vê mijarê de wiha ferman dike:

Jin û mêrê zinaker her yekî ji wan sed darî li wan bidin. Eger hûn bi Xwedê û roja axretê bawerdar in, di (tetbîqa hukmên) dînê Xwedê de bila di biwara wan de hestê merhemetê, we negire! Bila ji bawermendan civatek hazirî cezayê wan bibe.”[1]

Vegotina lêdana sed darî ne sembolik e, cezayekî rasteqîn e. Eger ne wiha bûna dê îfadeya “Bila ji bawermendan civatek hazirî cezayê wan bibe” bê wate bûna.

Lêdana sed darî cezayê wan ê li vê dinyayê ye. Eger meriv tobe neke, cezayê li axretê ji vê cuda ye.

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/nesih-ve-recim-cezasi.html

Xwedê Teala zinayê, di nav gunehên mezin jimartiye û di derbarê cezayê wê yê di axretê de wiha ferman kiriye:

Ew ên ku digel Xwedê îbadetê ji mebûdekî din re nakin û bi neheqî ew canê ku Xwedê (kuştina) wî heram kiriye nakujin û zinayê nakin. Kî ku van bike dê (li axretê) rûbirûyî ceza bibe.

Roja qiyametê ezabê wî dê qat bi qat zêde bibe û bi şerpezeyî her û her dê tê de bimîne.

Lê belê yê ku tobe bike, bawerî bîne û karê qenc bike, ew cuda ye. Xwedê gunehên wan bi xêran diguherîne. Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.[2]

Dema şert û merc di cih de bin, di roja me jî de ev ceza tê tetbîqkirin.



[1] Nûr, 24/2.

[2] Furqan, 25/68-70.