Fetwayen Kurdi
Digel em Misliman in, çima hîn jî em ji Xwedê hidayetê dixwazin?

Digel em Misliman in, çima hîn jî em ji Xwedê hidayetê dixwazin?

Pirs: Di her limêjê de em wiha dua dikin “Rêya rast û durist nîşanî me bide”(Fatihe, 1/6). Di ayetên 3-4’an ji sûreyê Beqere hatiye diyarkirin ka yên ku li ser hidayetê/rêya rast in kî ne. Li gorî ku yên limêj dikin li ser rêya rast in, we gavê ma em di hin cihan de kêm dikevin ku em di her limêjê de wiha “Rêya rast û durist nîşanî me bide” dua dikin? Madem Xwedê gotiye ku kesê bi Xwedê, bi pêxemberên Wî, roja axretê bawer bike, bi awayê pêdivî limêj bike û ji malê xwe di rêya Xwedê xerc bike, “ew li ser rêya rast in”, em çima hîn jî vî duayî “Rêya rast û durist nîşanî me bide” dikin?

Bersiv: Îslam menzûmeyeke hevgirtî ye. Bawerî û helwestên ku vê hevgirtinê xera dikin, meriv ji rê derdixin. Gunehê herî xeternak jî şirk e. Lewra jimara kesên digel ku limêj dikin jî lê gava dikevin zor û tengasiyan ji bilî Xwedê, hawara xwe digihînin hin kesên din û dibêjin: “Meded ya filankes” ne kêm in. Ew bi vê helwesta xwe dikevin şirkê. Ji lewre divê meriv hay jê hebe û cehd û xebatê bike da ku meriv her gav li ser rêya rast bimîne.

Eger dema we hebe, hûn dikarin ji malpera me bermehên me yên bi navê “Kur’an Işığında Tarikatçılığa Bakış” û“Kur’an Işığında Aracılık ve Şirk” bixwînin. Hûn ê bibînin bê ka çiqas însan hene digel ku îbadetên we behsan wan kirin pêk tînin, lê dîsa jî ketine hin rewşên tirsnak. Ji vî aliyî ve duayê di sûreyê Fatiheyê de “Rêya rast û durist nîşanî me bide” gelekî girîng e.

Hûn dikarin ji www.suleymaniyevakfi.com xwe bigihînin berhemên navborî û her wiha ji vê navnîşanê jî http://www.suleymaniyevakfi.org/hizmetlerimiz/Kitaplarimizi-indirin.html hûn dikarin mift belaş wan li kompîtura xwe bar bikin.