Fetwayen Kurdi
Diravên ku di iddiayê de ji min çûne heke qezenc bikim, dikarim bikar bînim?

Diravên ku di iddiayê de ji min çûne heke qezenc bikim, dikarim bikar bînim?

Pirs: Ez bi 35 lîreyan beşdarî lîstika bi navê “İddaa”yê bûm. Bi rêya malpereke diyar min lîst, ji min çû. Piştre min 30 lîre kar kirin. Hîn 5 lîre zirara min heye. Ma ez dikarim vî pereyî bikar bînim?

Bersiv: Lîstika “İddiaa” û yên mîna wê qumar e. Lîstina bi qumarê û bidesxistina karê jê heram e. Ji lewre hatina ku bi wê rêyê (30 lîre) hatiye bidesxistin nayê xebitandin. Bêyî hêviya tu tiştekî divê ku li jar û feqîran were belavkirin.