Fetwayen Kurdi
Ma divê pîrek xwe çawa binixumînin?

Ma divê pîrek xwe çawa binixumînin?

Pirs: Li gorî dînê Îslamê divê pîrek kuderên xwe binixumînin, hûn dikarin bi delîlan me agahdar bikin?

Bersiv: Pîrekek, li pêşberî zilamên ku zewaca bi wan re ebedî heram e ji bavê xwe, kalê xwe, apê xwe, birayê xwe, zarokên xwişk û birayên xwe, kurê xwe, zarokên kur û keça xwe, xezûrê xwe û kurê zilamê xwe yê ji pîrekeke din e û mêrê keça xwe yanî zavê xwe dikare porê xwe, stûyê xwe, sînga xwe, destên xwe, lingên xwe heta binê çokê veke. Li cem zilamên mîna van, divê ku nava xwe, pêsîrên xwe, pişta xwe û ji çokê heta navika xwe binixumîne.

Pîrek, li ba zilamên ku di navbera wê û wan de herambûna zewacê ya ebedî tune ye, bi tenê dikare rû û destên xwe vekirî bihêle. Li gorî vê, pîrekeke misilman çawa divê ku li hember zilamên biyanî -ji bilî rû destên xwe- hemî endamên xwe binixumîne, her wiha li hember kurê apê xwe, xalê xwe, kurê xaltî û meta xwe yan jî mêrê xwişka xwe ji zilamên ku di navbera wê û wan de tu merivantiya xwînê yan jî xezûrantiyê tune ye bi tenê dikare rû û destên xwe vekirî bihêle. Pîrekeke misilman divê wiha helwest nîşan bide. Ev, li serê ferz e. Xwedê Teala di ayeta 31’em ji sûreyê Nûr wiha ferman dike:

 “Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin, ji beşa ku xuya dike pê ve -ew ne tê de ye- bila xeml û zîneta xwe dernexin der. Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe. Bila xişrên xwe ji bilî mêrên xwe, bavên xwe, xezûrên xwe, kurên xwe, kurên mêrên xwe, birayên xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe, jinên digel xwe, dîlên ku di bin destên wan de ne, ji mêran jî ew ên ketî ku tu pêdiviya wan bi jinan nemaye yan jî ew zarokên ku hêj negihane ku dilê wan biçe deverên veşartî yên jinan, nîşanî tu kesî din nedin. …[1]

Xişrên pîrekan, morî û taca por, guhar, kil û boyaxên serçav, ristik û gerdena stû, di milan de bazin û di destan de gustîl û hine, di piyan de xelxal û xişrên din in. Ferz e ku pîrek cihê van xişran dernexe holê û wan deran binixumîne. Lê belê vekirina poz bo nefesdayin û stendinê, bo axaftinê jî vekirina dev, ji bo hev naskirinê vekirina serçav û bo girtinê jî vekirina destan hewceyî ye. Ev derên han, ji beşa ku tê xuyakirin hatiye jimartin. Ji vê bonê, vekirina serçav û destan li hember zilamên biyanî ne heram e. Her wiha bi normali endamên xwe yên ku tên xeml û xişirkirin jî dikare rê merivên xwe yên ku yek bi yek di ayetê de derbas bûn, bide.

Lêdana lingan jî helwesteke ku pîrek wê dikin da ku bala mêran bikişînin ser xwe. Ev jî, yan awayê birêdeçûna xwe biguherînin an jî ku lingên xwe li erdê bidin da ku dengê xeml û xişrê wan bê bihîstin.

Bo agahiyên berfirehtir ji kerema xwe re nivîsa bi sernavê Başörtüsü ve Örtünme ya di lînka jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/basortusu-ve-ortunme.html



[1] Nûr, 24/31.