Fetwayen Kurdi
Eger meriv bibe hemwelatiyê Dewletên Ewrûpa, rast e ku meriv ji dîn derdikev?

Eger meriv bibe hemwelatiyê Dewletên Ewrûpa, rast e ku meriv ji dîn derdikev?

Pirs: Ji bo ku em bikaribin bibin hemwelatiyê deweletên Ewrûpa hem bi devkî hem jî bi nivîskî ji me, peyman û soz digirin; bi me sond didin xwarin ku em ê li hember qanûn û zagonên wê dewletê yan jî li hember kralên wan, îxanetê nekin û sadiq bin. Eger ku em îmze nekin derfeta ku em bibin hemwelatî, ji holê radibe. Hin kes hene dibêjin, îmzekirin û sondxwarin li ser van tiştan dibe sedem ji bo kufr û derketina ji dîn. Hûn dikarin vê mijarê bi berfirehî û bi delîlan ji me re şîrove bikin?

Bersiv: Xwedê Teala di derbarê vê meseleyê de wiha ferman dike:

Bila mumin, dev ji bawermendan bernedin û kafiran ji xwe re nekin dost û piştevan. Kî vê bike, bila tu hêviyê ji Xwedê neke. Lê ku hûn ji bo xwe ji wan bistirênin ew xem nake. Xwedê we ji xwe, bi xwe dide tirsandin û veger bi bal Xwedê ve ye.”[1]

Hûn dev ji welayeta -dostanî û piştevaniya- misilmanan bernadin û welayeta –dostanî û piştevaniya- kafiran ji xwe re hilnabijêrin. Belbî bi vê helwestê, hûn ji xwe re stargehekê bi dest dixin.

Xwedê Teala di derbarê hilbijartina kafiran wekî dost û piştevan hukmê xwe wiha beyan dike:

Xwedê, qencî û edaleta bi wan ên ku ji bo dîn şerê we nakin û we ji welatê we dernaxin, li we qedexe nake. Xwedê ji edaletkeran hez dike. Xwedê li we qedexe dike ku hûn wan ên ji bo dîn şerê we kirin û hûn ji cih û warê we derxistin û ji bo deranîna we arîkarî kirin, ku hûn ji xwe re bikin dost û arîkar. Kî wan ji xwe re bike dost û arîkar, vêca ha ew in ên stemkar.[2]

Ew dewlet destêdirêjiya dînê we nakin. Lewra pergala wan dewletan dihêle ku mirov çawa bawer bike bijî. Li aliyê din, ew qedexeyên ku di ayetan de derbas dibin jî wan ew bi xwe nekirine. Di encamê de angaşta ku tê kirin “mirov ji dîn derdikeve” bê bingeh e.

Dewlet yan jî welatê ku hûn lê dijîn, eger henek û tinazê xwe bi dînê we bikin, wê demê ne duriste ku hûn bibin hemwelatiyê wê dewletê. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Hûn wan kesên dînê we ji xwe re kirine tinaz û pêlîstok, ji wan ên ku beriya we kitêb ji wan re hatiye dayin û ji yên ku kafir in, ji xwe nekin dost û piştevan. Eger ku hûn birastî xwedanbawer in, ji Xwedê bitirsin.[3]



[1] Alî Îmran, 3/28.

[2] Mumtehîne, 60/8-9.

[3] Maîde, 5/57.