Fetwayen Kurdi
Eger piştî xuslê cihekî ziwa ji bedenê mabe divê meriv çi bike?

Eger piştî xuslê cihekî ziwa ji bedenê mabe divê meriv çi bike?

Pirs: Piştî min xusla xwe rakir bi 3-4 seetan min ferq kir ku cihek ji lingê min ziwa maye, nehatiye şûştin. Ma divê ku ez careke din serê xwe bişûm?

Bersiv: Eger meriv piştî xuslê têbigihîje ku devê xwe yan jî pozê xwe neşûştiye yan jî fêhm bike ku cihek ji bedena meriv ziwa maye, ne lazim e ku ji nû ve serê xwe bişû. Şûştina wan deveran bi tenê têr dike. Di vê navberê de eger limêjeke ferz kiribe, divê ku wê limêjê careke din bike.