Fetwayen Kurdi
Ez çawa dikarim dev ji hevzayendiyê berdim?

Ez çawa dikarim dev ji hevzayendiyê berdim?

Pirs: Di malpera we de min pirsa hevalekî hevzayend, xwend. Ez bist û çar salî me û bi min jî re heman hest heye. Gelo wî kesî dev ji wî karî berda? Eger berdabe ka çawa dev jê berdaye, ez dixwazim hîn bibim. Ez rica dikim di vê mijarê de bi min re bibin alîkar.

Bersiv: Wî hevalê ku ji me pirsîbû, careke din bi me re nekete pêwendiyê. Lê belê, di peyama xwe ya dawî de sozê ku heta ji destê wî were dê riayeta tiştên ku me di bersiva xwe de aşkere kiribûn bike, dabû.

Ev, karê vîn û biryareke tekûz, karê sebrê ye. Kar, çiqas giran be jî dema însan biryara kirin an jî nekirinê bide, dê serfiraz bibe. Ji bo kesê ku bixebite, ji aliyê Xwedê Teala ve garantiya serkeftin û encamgirtinê, hatiye dayin. Ew wiha ferman dike:

Çi mêr be çi jin, kî karekî qenc bike û bawermend be, teqez Em ê jiyaneke xweş bikin para wî û Em ê xelata wan bi spehîtirîn a ku dikin, bidin wan.[1]

Ji însên re ji kar û kiryarên wî pê ve tiştekî din jê re nîn e. Birastî jî ew ê kar û kiryarê xwe paşê bibîne. Piştre Xweda dê bedêla kar û kiryarên wî bêkêmasî bide wî.”[2]

Eger mîna wan hestan bi we re jî hebin, tiştên ku di wê bersivê de derbas bûn, heman tişt ji we jî re derbas dibin. Hûn bi tenê bixwazin dev jê berdin. Da ku Xwedê Teala ji we re bibe alîkar, dua bikin. Hûn ê bibînin ku hûn serkeftî bûne.

Wekî din jî em tewsiye dikin ku hûn bi bijîşkên pisporê wî karî ne re hevdîtinê pêk bînin û di vê mijarê de ji wan alîkariyê bixwazin. Herçiqas di nava gel û di medyayê de bê gotin ku “tiştên wiha dermankirina wan tune ye, Xwedê wiha afirandiye”, ev gotin teqez ne rast in. Eger Xwedê derdek dabe, teqez dermanê wê jî daye. Riwayetek ku ji Pêxemberê me (s.a.w) hatiye ragihandin wiha ye:

Li gorî riwayeta Usame kurê Şerîk wiha gotiye: Bedewiyan gotin: Ey Qasidê Xwedê! Dema em nexweş dikevin, em serî li rêya tedawiyê bidin? Qasidê Xwedê (s.a.w) got:

Belê, tedawî bibin. Gelî bendeyên Xwedê! Tedawî bibin. Lewra ji bo her nexweşiya ku Xwedê ew afirandiye, -ji yekê pê ve- teqez şifaya wê (rêya tedawikirina wê) jî afirandiye. Li ser vê, dema pirsîn “Ey Qasidê Xwedê! Ew nexweşî kîjan e? ” Got: Kalîtî ye.”[3]



[1] Nehl, 16/97.

[2] Necm, 53/39-41.

[3] Tirmizî, Tib, 2; Ebû Dawûd, Tib, 1; Îbn Mace, Tib, 1.