Fetwayen Kurdi
Gelo bêjeya “kitab” a ku di Qur’anê de derbas dibe bi çi wateyê ye?

Gelo bêjeya “kitab” a ku di Qur’anê de derbas dibe bi çi wateyê ye?

Pirs: Min bi kêf nivîsa mamoste Abdulaziz Bayındır ya bi sernavê “Kitap ve Hikmet”ê xwend. Gava min ayetên di der barê vê mijarê de xwendin, min dît ku di sûreyê Alî Îmran ayeta 48an û di sûreyê Maîde ayeta 110an de bêjeyên “Tewrat”, “Încîl” û “Kitab”ê derbas dibin. Gelo mebest ji kelîmeya “el-kitab”ê ya ku di van ayetan de çi ye? Ma ji bilî Tewratê kitêbên ku ji pêxemberên beriya Hz. Îsa re hatine dayîn in? Qertafa “el” û bikaranîna bêjeyê ne qalibê pirjimarî, bi qalibê yekjimarî jî pirtir bala min kişand. Di vê mijarê de hûn dikarin agahiyê bidin?

Bersiv: Bikaranîna bêjeya “el-Kitab”ê digel bêjeyên “Tewrat” û “Încîl”ê di ayeta 48an ji sûreyê Alî Îmran û ayeta 110an ji sûreyê Maîde, lazim didêre ku cudahiyek wê ji “kitab” a ku di sûreyê Beqere ayeta 151an de dibore, hebe. Mebest ji “el-Kitab”a ku di sûreyê Beqere ayeta 151an derbas dibe “Qur’an” e. Lê meqsed ji bêjeya “kitab”ê ya ku di ayetên din de dibore “nivîsandin” e. Bi sedema ku di ayetên têkildar de qala Îsa aleyhisselam tê kirin û kelîmeya “Încîl”ê derbas dibe, em wiha mane dikin. Li aliyê din, di hin ayetên Qur’an de tê diyarkirin ku însan, tiştê nizane bi pênûsê ango bi nivîsê (‘Eleq, 96/4-6), her wiha îfade û beyan ango rewanbêjî hatiye fêrkirin (Rehman, 55/4). Lê belê di ayetên wekî ayeta 151an ji sûreyê Beqere gava tu qerîneyek (nîşan û îşaretek) tunebe, di wateya “kitêba îlahî” de ye. Nebî ango pêxember vê kitêba îlahî tîlawet dikin, fêr dikin. Wekî din jî temamê Nebiyan, hukmên ango hîkmeta ku di kitêbên ji wan re hatine hinartin de hene jî, didin fêrkirin.

Ayetên têkildar ji aliyê me ve wiha hatine wergerandin:

Dê nivîs, zanîna rast, Tewrat û Încîlê fêrî wî (Îsa) bike.” (Alî Îmran, 3/48)

Xwedê dê wê rojê wiha bibêje: Ey Îsayê kurê Meryemê! Qencî û kerema ku Min li te û dayîka te kiribû bîne bîra xwe. Min bi canê pak piştgiriya te kiribû; hem di dergûşê de hem di navsereyî de tu bi mirovan re dipeyivî. Min nivîsandin, hîkmet, Tewrat û Încîl fêrî te kiribû. Te bi destûra Min ji heriyê peykerê teyran çêdikir û pif dikirê piştre bi destûra Min dibû teyr. Te bi destûra Min, korê ji zikmakî û nexweşê çermbelekî baş dikirin. Dîsa te bi destûra Min, mirî ji gorê derdixistin (zindî dikirin). Min tu ji zaroyên Îsraîl jî rizgar kiribû; lewra digel ku tu bi delîlên aşkere ji wan re hatibû jî yên kafir, gotibûn: “Ev ji sêrbaziyeke aşkere ye.” (Maîde, 5/110)

Da ku Em qenciyên xwe li ser we temam bikin, Me ji nav we ji bo we qasidek şand. Ew, ayetên Me ji we re dixwîne, we paqij dike, we fêrî Kitêb û hikmetê dike û we fêrî tiştê ku hûn pê nizanin dike.” (Beqere, 2/151)