Fetwayen Kurdi
Meriv bê zenabûn fetwa bide

Meriv bê zenabûn fetwa bide

Pirs: Hukmê, di mijarên ku zanebûna meriv pê tune ye meriv fetwa bide û berê însanan bide rêya şaş çi ye?

Bersiv: Meriv herçiqas bikaribe însanan bixapîne jî meriv nikare xwe bixapîne. Dema di mijarên ku tê de ne pispor in, fetwa didin, dizanin ku sûc kirine. Ji ber ku Xwedê Teala di dinyayê de azadî û serbestiya çûna dojehê daye her kesî, kesên wiha dê bixwazin hinekên din jî bi xwe re bibin.