Fetwayen Kurdi
Bikaranîna xufikan, ma dibe sebebê kêmbûna xêra desmêjê?

Bikaranîna xufikan, ma dibe sebebê kêmbûna xêra desmêjê?

Pirs: Bikaranîna xufikan di desmêjê de dibe sedemê kêmbûna xêra wê, an na? Ango îsbaxul-wudû (desmêjgirtina bi awayekî tam û xweşik) tê cî yan na?

Bersiv: Bikaranîna xufikan, nabe sedem ji bo kêmbûna xêra desmêjê. Lewra ew hêsaniyeke ji aliyê Xwedê Teala ve ji me re hatiye dayin. Qasidê Xwedê Teala û hevalên wî her dem ji vê hêsaniyê sûd wergirtine û xufik bikar anîne. Eger ne wiha bûna, dê Pêxember (s.a.w) û hevalên wî, ew bikarneaniyana. Tebîra ku di hedîsekê de “digel ku nefis nexwaze jî desmêjgirtina tam” derbas dibe, bi wateya; di hemî şert û mercên giran de jî nemaze di zivistanê de mirov ‘ezayên xwe yên desmêjê tam û durist bişû yanî mirov guh bide sunet û mestehebên desmêjê.