Fetwayen Kurdi
Gelo durist e ku di navbera bihayê bi deyn û pêşin de, ferq hebe?

Gelo durist e ku di navbera bihayê bi deyn û pêşin de, ferq hebe?

Pirs: Di navbera bihayê firotina bi deyn û pêşin de gelo durist e ku hin ferq û cudahîtî çêbibe? Mîna mirov malekî pêşin bi 500’î, lê belê bi deyn bi 700’î bifiroşe. Di vî halî de ev ferqa di navbera herdu bihayan de ma dibe selef/faîz an nabe?

Bersiv: Dibe ku di navbera bihayê tiştan, bi pêşin û bi deyn de hin cudahîtî hebin; ne bi heman bihayî bin. Bi şertê ku mirov bikir nexapîne, ji nezanbûna wî ya bi bihayê bazarê îstifade neke û li gorî şertên bazarê be, mirov bihayê tiştan çi bi deyn çi jî bi pêşin, bi serbestî dikare tesbît bike.