Fetwayen Kurdi
Ma durist e ku meriv di saloneke ku mêr û jin tevlîhev in werzişê bike?

Ma durist e ku meriv di saloneke ku mêr û jin tevlîhev in werzişê bike?

Pirs: Ez bo werzişê diçim holekê, lê mêr û jin heman holê parve dikin. Ango hewz û qada werzişê yek e… Pîrek, mîna ku li ber deryayê bin bi mayo û cilê binî ne… di qada werzişê de jî mil û piyên wan vekirî ne. Di rewşeke wiha de gelo tu mehzûrek dînî yan jî heramî heye?

Bersiv: Di qadeke ku pîrekên cihên wan ên ewret ji derve ne, ne caiz e ku mêr werzişê bikin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Ji zilamên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin. Lewra ev, ji bo wan çêtir e. Bêguman Xwedê ji ya ku ew dikin agahdar e.” [1]

Li aliyê din jî Pêxemberê me (s.a.w) bi gotina xwe ya “zina çavan, nerîn e[2], bal kişandiye ser ku divê meriv li heramiyê nenihêre. Di dawiyê de wekî ferdeki musluman, divê ku meriv xwe ji cihên wiha dûr bigire.



[1] Nûr, 24/30.

[2] Buxarî, Isti’zan, 12.