Fetwayen Kurdi
Gelo durist e ku meriv malê xwe bi du bihayên ji hev cuda bifiroşe?

Gelo durist e ku meriv malê xwe bi du bihayên ji hev cuda bifiroşe?

Pirs: Di kirîna pêşin de em ji %10 kêm didin. Lê belê ev kêmkirina biha, ji bikirên bi çekê dikirin re tune ye. Gelo di vê rewşê de em ji bikirin xwe yên ku bi çekê ji me dikirin, ferqa bi deyn nastênin? Di haletên wiha de ferqa ji bo ku bi deyn e tê stendin, ma nakeve bin hukmê faîzê?

Bersiv: Di ticaretê de firoşkar mafê wî yê diyarkirina biha -bi çi awayî bixwaze- heye; Dikare bi pêşin bi bihayekî û bi deyn jî bi bihayekî din bifiroşe. Bi şertê ku bikir nexapîne û bihayê wê li gorî rizaya herdu aliyan were tayînkirin, tu mehzûra wê tune ye. Lê belê divê ku qayde û esasê faîzê neyên îxlal kirin. Di vê pirsê de ji ber ku îxlala qaydeya faîzê tune ye, di kirîn û firotineke wiha de tu mehzûr tune ye.

Ji kerema xwe re bersiva me ya di lînka jêr de ye temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/vade-farki-faiz-olarak-degerlendirilebilir-mi.html