Fetwayen Kurdi
Gelo hikmetê ferzbûna rojiyê çi ye?

Gelo hikmetê ferzbûna rojiyê çi ye?

Pirs: Ji bo hikmetê rojiyê, dibêjin da ku “meriv ji halê jar û belengazan fêhm bike”. Hûn dikarin hikmetê wê yî di Qur’anê de dibore, diyar bikin? Ango ez bawer im ku divê ewqas ne erzan be. Mebesta Xwedê Teala bi rojiyê gelo çi ye? Ez difikirim ku rojîgirtina ji salê mehekê û şeva qedrê, ne mumkin e ku bi tenê da ku meriv ji halê jar û feqîran fêhm bike, ferz bûbe.

Bersiv: Xwedê Teala di ayeta 183’an ji sûreyê Beqere, armanca ferzbûna rojiyê wiha diyar dike:

Gelî yên ku bawerî anîne! Rojîgirtin, çawa li ser umetên beriya we hatibû ferzkirin, herwiha li ser we jî hatiye ferzkirin; da ku hûn xwe biparêzin.”[1]

Parastina bingehîn ew e ku meriv xwe ji dojehê biparêze. Ev jî ku meriv nekeve şirkê, pêk tê. Kesê rojiyê digire, digel ku dilê wî dibije tiştan û derfeta wî heye jî fermana Xwedê Teala di ser arezûyên xwe re digire û xwe ji xwarin, vexwarin û têkilatiya cinsî dûr digire.

Hûn dikarin nivîseke me ya bi vê yekê re têkildar ji navnîşana jêr bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/firsatlar-ayi-ramazan.html

Digel vê jî rojî tenduristiya meriv muhafeze dike, dike ku qîmetên nîmetan bê zanîn û sebirkêşî û mena birçîbûnê bi meriv dide fêrkirin û hwd.

Di rojiyê gelek hikmetên din jî hene. Ji bo tesbîtkirina wan, hewcedarî bi xebata digel komeke ji pisporan heye. Lewra hikmetên qedexebûna faîzê tu kes mîna pisporên aboriyê nizane. Ji ber yekê, hikmetên rojiyê jî bi xebatên digel kesên ku di qadên bijîşk, civaknasî û psîkoljiyê de pispor in, tên tesbîtkirin. Îro, di dermankirina nexweşiyan de rojî tê bikaranîn û tê vegotin ku gelek encamên balkêş hatine bidestxistin.



[1] Beqere, 2/183.