Fetwayen Kurdi
Gelo Îslam li mijara hevzayendiyê çawa dinihêre?

Gelo Îslam li mijara hevzayendiyê çawa dinihêre?

Pirs: Gelo nerîna dînê Îslamê li hevezayendbaziyê (lîwatayê) çawa ye?

Bersiv: Di Îslamê de hevezayendbazî hatiye qedexekirin. Di Qur’ana Pîroz de hatiye diyarkirin ku gelê Lût Pêxember (s.a.w) hevezayendî kirine û ev karê wan bi rengdêra “fahîştiyê- karê xerab”[1] hatiye wesifandin. Lût Pêxember, demeke dirêj gelê xwe hişyar dike da ku dev ji vî karê pîs û xerab berdin. Lê belê wan lê guhnedêrane û karê xwe yê fehşîtiyê dewam kirine. Li ser vê, Xwedayê Mezin jî kevir bi ser wan de barandine û bajarê wan serûbin kiriye.[2]



[1] E’raf 7/80-81.

[2] Hûd, 11/82.