Fetwayen Kurdi
Meriv dikare diyariyan bide yên xeyrimislim?

Meriv dikare diyariyan bide yên xeyrimislim?

Pirs: Gelo meriv dikare diyariyan bide kesên xeyrimislim?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike:

Xwedê, qencî û edaleta bi wan ên ku ji bo dîn şerê we nakin û we ji welatê we dernaxin, li we qedexe nake. Xwedê ji edaletkeran hez dike. Xwedê li we qedexe dike ku hûn wan ên ji bo dîn şerê we kirin û hûn ji cih û warê we derxistin û ji bo deranîna we arîkarî kirin, ku hûn ji xwe re bikin dost û arîkar. Kî wan ji xwe re bike dost û arîkar, vêca ha ew in ên stemkar.[1]

Li gorî ayetên Qur’ana Pîroz, di têkilatiya misilmanan bi xeyrimisliman re sê xetên sor hene:

Bi sedemî dînê me ku bi me şer bikin,

Ku me ji welatê me derînin,

Arîkariya wan kesên ku me ji welatê me derdixin, bikin

Kesê van xêz û bendan binpê bike, em nikarin bi wan re dostaniyê bikin. Lê, xeyrimuslumên ne wiha bin, meriv dikare bi wan pêwendî û têkalitiyên baş pêk bîne û tiştan jî diyariyî wan bike.

Ji bo agahiyên berfirehtir nivîsa di lînka jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/musluman-olmayanlarla-iliskiler.html



[1] Mumtehîne, 60/8-9.