Fetwayen Kurdi
Gelo mirov dikare li ba dê-bavê xwe, ji zarokên xwe hez bike?

Gelo mirov dikare li ba dê-bavê xwe, ji zarokên xwe hez bike?

Pirs: Keçeke min a sê mehî heye. Çawa ku min berê ji zarokên birayê xwe hez dikir û ew maçî dikirin, ez ji keça xwe jî wiha hez dikim û wê maçî dikim. Dê û bav, an jî hinên din, dibêjin ku hezkirina ji zarokan li ba bav, bêhurmetî û bêedebî ye. Ev tişt di dînê me de heye yan na? Ma ne durist e ku mirov li ba bavê xwe, ji zarokên xwe hez bike û wan helmêz bike?

Bersiv: Di dînê me de hukmekî ku hezkirina zarokan li ba dê û bavan qedexe bike, tune ye! Çavkaniya van tiştên ku tu behsa wan dikî, adet û kevneşopîyên berê ne. Divê ku tu rewşa rast bi nermahî û xweşikî ji wan re şîrove bikî û ji wan re behsa hezkirina Pêxemberê me (s.a.w) ya ji zarokan bikî.