Fetwayen Kurdi
Ma Pêxember (s.a.w) destê kesê diz jêkiriye?

Ma Pêxember (s.a.w) destê kesê diz jêkiriye?

Pirs: Gelo Pêxember (s.a.w) tu caran destê dizan jê kiriye yan jî daye jêkirin?

Bersiv: Ayeta ku behsa pêdiviya jêkirina destê dizan dike wiha ye:

“Ew mêr û jinên dizîker, vêca bi sebeb ku dizî kirine destên wan jê bikin. Ev cezakirin ji cem Xwedê ve bo vekişandinê ye. Xwedê ͑Ezîz e, Hekîm e.” [1]

Di pirtûkên hedîsê de tê ragihandin ku Pêxember (s.a.w) di serdema xwe de ji ber hukmê ayeta ku li jor derbas bû, destê kesên ku dizî kirine jê kiriye yan jî daye jêkirin. Ji wan riwayetan du heb jê wiha ne:

Hezretî Eyşe (x.j.q) wiha gotiye:

“Qasidê Xwedê (s.a.w) (Di diziya) çaryeka[2] zêr de û bêhtirê wê de destê kesê diz jêdikir.”

Kesê diz, destê wî encax di çaryeka zêr de yan jî di zêdetirî wê de tê jêkirin.”[3]

Ji bo bersiva pirseke mîna vê, serî li lînka jêr bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/maide-suresi-38-ayete-gore-hirsizlarin-iki-elini-de-kesmek-mi-gerekiyor.html



[1] Maîde, 5/38.

[2] Dînar bi geraman nêzî 4.25 gr. ne.

[3] Muslim, Hudûd, 1 (1684). Wekî din bnh. Buxarî, Hudûd, 14; Ebû Dawûd, Hudûd, 12; Tirmizî, Hudûd, 16.