Fetwayen Kurdi
Ma sedeqeya fitrê piştî meha Remezanê jî tê dayin?

Ma sedeqeya fitrê piştî meha Remezanê jî tê dayin?

Pirs: Gelo meriv dikare sedeqeya fitreyê piştî meha Remezanê bide? Û di dema dayinê de pêwîst e meriv diyar bike ku ev sedeqeya fitreyê ye? Ango meriv sirf niyet bike kafî ye?

Bersiv: Li gorî hedîsên ku ji Cenabê Pêxember (s.a.w) hatine ragihandin, divê sedeqeya fitreyê berî limêja cejnê bê dayin. Sedeqeya ku piştî vê demê tê dayin, êdî ne sedeqeya fitreyê ye, belbî dibe wekî xêr û xêratên ku her wext tên dayin. Hedîsa ku bi vê mijarê têkildar e wiha ye:

Kesê ku sedeqeya fitra xwe berî limêja cejnê bide, ew zekatek meqbûl û pejirandî ye. Ê ku piştî limêjê bide, ew dibe sedeqeyek ji sedeqeyan.”[1]

Ji bo kesê ku zekat an jî sedeqeya fitreyê dide, niyetanîna bi dil kafî ye. Yanî ne hewce ye ku di dema dayinê de bibêje: “Ev fitreya  min e”. Li aliyê din, kesê qebûl dike jî ne lazim e ku bizanibe bê ka ew çi mal e û ji bo çi digire.



[1] Ebû Dawûd, Zekat, 18.