Fetwayen Kurdi
Girtina rojiyê di sê mehan de

Girtina rojiyê di sê mehan de

Pirs: Di destpêk, navîn û dawiya sê mehan de rojî tê girtin. Hûn dikarin di derbarê vê mijarê de me agahdar bikin?

Bersiv: Mefhûmê “sê mehan” di dînê me de tuneye. Heke hûn ê rojiya sunet bigirin, hûn dikarin rojê duşem û pêncşemê û ji mehan jî meha Şe‘banê tercîh bikin.

Ji bo mehên Receb, Şe‘ban û Remezanê di nav gel de navê sê mehan hatiye pêvekirin, bi borîna demê re ev nav belav bûye û bûye kevneşopiyek.

Girîngiya meha Remezanê ji her kesî ve diyar e. Tu îbadeteke ku di mehên din de tune bin û bi tenê di meha Receb û Şe‘banê hebe, tuneye. Lê belê Pêxemberê me (s.a.w) piştî meha Remezanê herî zêde di meha Şe‘banê de rojî girtiye. Ji ber vê yekê girtina rojiyê di vê mehê de “musteheb” hatiye qebûlkirin.

Ji bo agahiyên berfirehtir ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/kandil-geceleri/recep-ayi-hakkinda-uydurulmus-hadisler.html