Fetwayen Kurdi
Goristan û guhdarkirina stran û kilaman

Goristan û guhdarkirina stran û kilaman

Pirs: Gava mirov di ber goristanê de dibore ma mirov li kilam û stranan guh bidêre heram e yan mekrûh e?

Bersiv: Da ku mirov bikaribe ji tiştekî re bibêje heram, divê di destê mirov de delîleke vebir hebe. Ji ber ku di vê mijarê de delîleke ku misoger vê qedexe bike tune ye, mirov nikare bibêje “heram”e.

Dema mirov di ber goristanê de derbas bibe yan jî gava ziyaret bike, divê ku mirov silavê li muslimanên li wir bike û ji wan re bexşandinê ji Xwedê Teala bixwaze. Di vê meseleyê de pratîkên ku bi rêyên saxlem ji Pêxemberê me (s.a.w) hatine ragihandin hene: çend hedîs jê wiha ne:

Li gorî ku ji Eyşeyê (x.j.q) hatiye ragihandin, Qasidê Xwedê (s.a.w) di dawiya her şevê de diçû “Goristana Beqî”ê û wiha digot:

السَّلاَمُ عَلَيْكُمْ دَارَ قَوْمٍ مُؤْمِنِينَ وَأَتَاكُمْ مَا تُوعَدُونَ غَدًا مُؤَجَّلُونَ وَإِنَّا إِنْ شَاءَ اللَّهُ بِكُمْ لاَحِقُونَ اللَّهُمَّ اغْفِرْ لأَهْلِ بَقِيعِ الْغَرْقَدِ

Xwendin: Esselamu aleykum dare qewmin muminîn. We etakum ma tûadûne xeden mueccelûn. We inna inşaallahu bikum lahiqûn. Allahumma’xfir li ehli Beqîi’l-Xerqed.

Wate: “Gelî bawermendên ku şêniyên vî warî ne! Selam li we be. Tiştê ku soza wê ji bo we hatibû dayin, hate cî. Hûn tên rawestandin. Xwedê hez bike, em ê jî tevlî we bibin. Xwedayê min! Kesên li Beqîi’l-Xerqedê ne bibexşîne.”[1]

Di Sehîha Muslim de riyateke din ya ku dîsa bi rêya Eyşeyê (x.j.q) hatiye ragihandin, gava ji Pêxemberê me dipirse ka em ji bo yên di qebrê de ne çawa dua bikin Wî wiha bersiv daye:

السَّلاَمُ عَلَى أَهْلِ الدِّيَارِ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ وَالْمُسْلِمِينَ وَيَرْحَمُ اللَّهُ الْمُسْتَقْدِمِينَ مِنَّا وَالْمُسْتَأْخِرِينَ وَإِنَّا إِنْ شَاءَ اللَّهُ بِكُمْ لَلاَحِقُونَ
Xwendin: Esselamu ala ehlid-diyari mine’l-muminîne we’l-muslimîn. We yerhamullahu’l-musteqdimîne minna we’l-muste’xirîn. We inna inşaallahu bikum lahiqûn.

Wate: “Bawermend û muslimanên ku ehlê vî warî ne, selam li we be. Xwedê, li pêşî û paşiyên tevan rehmet bike. Xwedê hez bike, em ê jî tevlî we bibin.”[2]

Dîsa di riwayeteke din a ku di Sehîha Muslimê de derbas dibe ku Pêxemberê me (s.a.w) fêrî hevalên xwe kiriye ku ji bo yên di gorê de ne wiha dua bikin:

السَّلاَمُ عَلَيْكُمْ أَهْلَ الدِّيَارِ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ وَالْمُسْلِمِينَ وَإِنَّا إِنْ شَاءَ اللَّهُ لَلاَحِقُونَ أَسْأَلُ اللَّهَ لَنَا وَلَكُمُ الْعَافِيَةَ
Xwendin: Esselamu aleykum ehled-diyari mine’l-muminîne we’l-muslimîn. We inna inşaallahu bikum lahiqûn. Es’elullahe lena we lekumu’l-afiyete.

Wate: “Bawermend û muslimanên ku ehlê vî warî ne, selam li we be. Xwedê hez bike, em ê jî tevlî we bibin. Ji bo xwe û ji bo we, ez ji Xwedê hêviya xweşiyê dikin.”[3]

Li gorî ku ji Îbn Ebbas hatiye ragihandin, wî wiha gotiye: Qasidê Xwedê (s.a.w) çû goristana Medîneyê, berê xwe goristanê û wiha kerem kir:

السَّلاَمُ عَلَيْكُمْ يَا أَهْلَ الْقُبُورِ يَغْفِرُ اللَّهُ لَنَا وَلَكُمْ أَنْتُمْ سَلَفُنَا وَنَحْنُ بِالأَثَرِ

Xwendin: Esselamu aleykum ya ehlel-qubûr. Yaxfirullahu lena we lekum. Entum selefuna we nehnu bil-eser.

Wate: “Gelî şêniyên vê goristanê! Selam li we be. Xwedê, me jî û we jî bibexşîne. Hûn pêşiyê me ne, em jî peyrevê we ne.”[4]

Riwayeteke ku di Îbn Mace de dibore wiha ye:

السَّلاَمُ عَلَيْكُمْ دَارَ قَوْمٍ مُؤْمِنِينَ أَنْتُمْ لَنَا فَرَطٌ وَإِنَّا بِكُمْ لاَحِقُونَ اللَّهُمَّ لاَ تَحْرِمْنَا أَجْرَهُمْ وَلاَ تَفْتِنَّا بَعْدَهُمْ
Xwendin: Esselamu aleykum dare qawmin muminîn. Entum lena feratun we inna bikum lahiqûn. Allahumme la tehrimna ecrehum we la teftinna ba’dehum.

Wate: “Gelî bawermendên ku şêniyên vî warî ne! Selam li we be. Hûn pêşiyên me ne. Misoger em ê jî bigihîjin we. Xwedêyo! Tu, me ji xêra wan mehrûm neke. Piştî wan me ji rêya rast neqetîne.”[5]



[1] (Muslim, Cenaiz, 102 (974) .

[2] Muslim, Cenaiz, 103; Wekî din bnh: Nesaî, Cenaiz, 103.

[3] Muslim, Cenaiz, 104 (975).

[4] Tirmizi, Cenaiz, 59. Wekî din bnh: Nesaî, Cenaiz, 103.

[5] İbn Mace, Cenaiz, 36.