Fetwayen Kurdi
Gotina “Li ser miriyên xwe sûreyê Yasînê bixwînin.”, ma hedîsa Pêxember e?

Gotina “Li ser miriyên xwe sûreyê Yasînê bixwînin.”, ma hedîsa Pêxember e?

Pirs: Baş e li ser miriyan Qur’an, nayê xwendin. Lewra tu feydaya wê ji kesê mirî re tune ye. Lê hedîsa “Li ser miriyên xwe sûreyê Yasînê bixwînin”, ma nabe delîl li dijberî vê? Ango ma nabe lazim ku em sûreyê Yasînê bixwînin? Divê em li hemberî vê hedîsê çawa tev bigerin?

Bersiv: Riwayeta ku bi bal Pêxember (s.a.w) tê spratin wiha ye: “Li ser miriyên xwe Yasînê bixwînin اقرءوا { يس } على موتاكم.”[1]

Ji aliyê gelek alimên hedîsê ve hatiye diyarkirin ku ev riwayet zeîf e. Ebû Bekir Îbnu’l-Erebî radigihîne ku Îmam Darequtnî di derbarê vê riwayetê de wiha gotiye: “Îsnada vê hedîsê zeîf e, metnê wê mechûl e, di vê mijarê hedîseke sehîh tune ye. ”[2]

Hedîsên zeîf jî di mijarên dînî de nabin delîl.

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1515

Mustafa Özel di gotara xwe ya zanistî ya di derbarê xwendina Qur’anê li ser miriyan, gihaştiye van encaman:

1- “Di derbarê xwendina Qur’anê li ser miriyan, ne yekser ne jî nerasterast di Qur’anê de tu agahiyek tune ye.

2- Di çavkaniyên hedîsê yên meqbûl û muteber de jî yên ku gotinên Pêxemberê me tomar kirine, hedîseke sehîh/saxlem ku rasterast vê mijarê bigire tune ye. Hema çi bigire temamê hedîsên ku di çavkaniyan de diborin, zeîf in an jî mewzû (derewîn in). Li ser vê meseleyê hedîsa yekta ya ku di kitêbên hedîsê yên sehîh de dibore, hedîsa ku di Ebû Dawûd û Îbn Mace de ya ji aliyê Me‘qil kurê Yesar di derbarê xwendina sûreyê Yasîn de hatiye riwayetkirin, heye. Di delalet/îfadeya vê hedîsa ku di çavkaniya yekem de bi daçeka ‘ela (على), di ya duyem de jî bi hokera mekanî “’inde (عند)” bi mena cih hatiye, pirsgirêk heye.

3- Ev tetbîqa ku di serdema Îslamî ya pêşî de tune bû, herî zêde, xwe dispêre pratîkên ku di dirêjiya dîrokê de derketine holê. Ev, dibe ku ji ber hin sedemên derûnî yên civakî hatibe meydanê. Herî kêm meriv dikare bihizire ku ev, ji aliyê Muslumanan ve mîna şêweyekî dewamkirina têkilatiyê ye bi dîndarên ku bi bal axretê ve dişînin û navgîneke ji bo nîşandana rêzdariyê li hemberî wan, nirxandine.”[3]

Bo bidesxistina agahiyên berfirehtir di derbarê xwendina Qur’anê li ser miriyan, ji kerema xwe re li lînka jêr binihêrin:

http://www.fetva.net/yazili-fetvalar/olulerin-ruhlarina-kuran-okunur-mu.html



[1] Ebû Dawûd, Cenaiz, 24; Îbn Mace, Cenaiz, 4.

[2] Îbn Hecer, et-Telxîsu’l-Xebîr, II, 244-245. Wekî din jî bnh. Mizzî, Tuhfetu’l-Eşraf, VIII, 465; Îbnu’l-Kettan, Beyanu’l-Wehm we’l-Îhami’l-Waqi‘eyn fî Kitabi’l-Ehkam, V, 49.

[3] Mustafa Özel, “Ölünün Ardından Kur’an-ı Kerim Okunmasının Dini Dayanakları”, İslam Hukuku Araştırmaları Dergisi, jimar. 7, Nisan 2006, rp. 484-485.