Fetwayen Kurdi
Ma gotina “Quretiya li hemberî quretiyê sedeqe ye” hedîs e?

Ma gotina “Quretiya li hemberî quretiyê sedeqe ye” hedîs e?

Pirs: Li gorî ez dizanim, gotina “Quretiya li hemberî kesê xwe qure dike, sedeqe ye” hedîsa Cenabê Pêxember e. Lê min çavkaniya wê nedît. Ma ev gotin birastî jî hedîs e?

Bersiv: Gotina “Quretiya li hemberî kesê xwe qure dike, sedeqe ye.” (اَلتَّكَبُّرُ عَلَى الْمُتَكَبِّرِ صَدَقَةٌ et-tekebburû ‘ele’l-mutekebbirî sedeqetun), di nav gel de meşhûr e, lê belê ne hedîs e.

Ev gotin bi awayê, “Quretiya li hemberî kesê xwe qure dike, îbadet e”, “Quretiya li hemberî kesê xwe qure dike, xêr e, karekî rind e.”[1] jî navdar e.

Kesê bawermend, xwe li hemberî tu kesî qure nake. Lê belê ew “…li hemberî bawermendan bi rêz, li hemberî kafiran serbilind in. Di rêya Xwedê de cîhadê dikin û ji lomê lomekaran jî natirsin. …”[2] Jiserxweçûn û qurebûn tiştek e; sekna li hemberî neheqî û kafiran bi serpiraz û serbilindî tiştekî din e. Lewra merivê misilman divê ku her gav û li her derê, rêz û şerefa xwe biparêze.



[1] Bnh.Eliyyu’l-Qarî, el-Esraru’l-Merfû‘a fi’l-Ehadîsi’l-Mevdû‘a (el-Mewdû‘atu’l-Kubra), thq: Muhemmed Lutfi es-Sebbağ, çapa ‘mîn., Beyrût 1986, rp. 175, jimara hedîsê 142; Îsamîl kurê Mehmûd el-‘Eclûnî, Keşfu’l-Xefa, çapa 3’mîn, Beyrût 1988, I, 313, jimara hedîsê: 1011.

[2] Maîde, 5/54.