Fetwayen Kurdi
Heke pîşeyê me doktorî be, ma divê ku em bixebitin da ku em bibin bijîşkê herî baş?

Heke pîşeyê me doktorî be, ma divê ku em bixebitin da ku em bibin bijîşkê herî baş?

Pirs: Ma di karên xwe yên dinyewî de divê ku em cehd bikin da ku em werin asta herî bilind? Wekî mînak eger karê me doktorî be, ma divê ku em xebat bikin da ku di cîhanê de em bibin bijîşkê herî pêşketî? Ma tu qîmeteke vê cehdê li hafa Xwedê Teala heye? 

Bersiv: Karê ku em dikin eger ne li dijî dîn be, çi dibe bila bibe divê ku em di wî şuxlî bibin pêşewa. Ateyek wiha ye:

“Bibêje: Bêguman nimêja min, îbadetên min, jiyan û mirina min tev ji bo Xwedayê ku Perwerdegarê alemê ye.

Tu hevpişkê Wî tune ne. Wiha ferman li min hatiye kirin. Ez pêşîkê misilmanan im.[1]

Li gorî vê, divê ku her misilman di bawerî, îbadet, kar, jiyana xwe ya balbatî û di heyata civakî de bi kurtasî di temamê qadan de bibe serek û pêşewa.

Di çend ayetan de Xwedê Teala ferman dike ku di kar û barên bi xêr û bêr de pêşwazî were kirin[2], pesnê bendeyên ku di vê pêşbirkê de cî digirin, dide[3]  û li me şîret kiriye ku em ji bo wan wiha dua bikin:

Ew ên ku dibêjin: Xwedayê me! Ji jin û zarokên me tiştê ku çavê me pê ronahî bibe bide me û me ji teqwadaran re bike pêşeng û rêber![4]

Pêşbazî; da ku mirov bikeve dereceyê, bibe yekem. Bi sedema ku temamê karê ku mirovê misilman dike, dê bi xêr be, divê ku armanca sereke ji bo kesên misilman; ku di her qad û warî de bibin yekem.

Li gorî riwayeteke ku Şeddadê kurê Ews hatiye neqilkirin, Qasidê Xwedê wiha gotiye:

Xwedê Teala di her tiştî de fermana bi başî û rindiyê (îhsanê) kiriye. Ji lewre gava we yekî musteheqê mirinê kuşt, kuştinê jî bi rindî bikin. Heke hûn ê heywanê serjê bikin, bi awayekî spehî serjê bikin. Kêra xwe tûj bikin û zehmetiyê nedin heywanê, wê rihet bikin.”[5]

Dînekî ku heta di qada cengê de jî gava em neyarên xwe dikujin an jî gava em heywanekê serjê bikin şîret dike ku em bi awayekî herî rind bikin, ma ji nîşandana armanca ku divê pêgirtiyên wî dînî di her warî de bibin pêşeng xwezatir çi heye!

Herwiha ferman li me hatiye kirin ku em di vê mijara li jêr jî bi peyrewên dînên din re jî pêşbaziyê bikin. Xwedê Teala wiha feman dike:

Ji her kesî re armancek heye; ku ew berê xwe didinê. Hûn di qenciyê de bi hev re pêşbaziyê bikin. Hûn li ku dibin bibin, Xwedê dê we tevan bîne cem hev. Bêguman Xweda, ji bo her tiştî endazek daniye.”[6]

Divê ku armanca bingehîn di karkirina dinyayê de ev be: Ku mirov zêdetir bibe alîkar bi kesên xwedî îhtiyac û kêmasî. Xwedê Teala diyar dike ku kesên di vê hêviyê de ne, dê bigihîjin mirada dilê xwe. Ew wiha ferman dike:

Ew ên ku ji bo zekatê xebat dikin.[7]


[1] En‘am, 6/162-163.

[2] Bhn: Alî Îmran, 3/133; Maîde, 5/48; Hedîd, 57/21.

[3] Bnh: Alî Îmran, 3/114; Enbiya, 21/90; Mumînûn, 23/61.

[4] Furqan, 25/74.

[5] Muslim, Seyd, 57; Îbn Mace, Zebaih, 3; Ebû Dawûd, Edahî, 11; Tirmizî, Diyat, 14; Nesaî, Dehaya, 22, 26, 37; Ehmedê kurê Henbel, 4/123, 124, 125.

[6] Beqere, 2/148.

[7] Mumînûn, 23/4.