Fetwayen Kurdi
Hukmê bazirganiya li pêşiya mizgeftan çi ye?

Hukmê bazirganiya li pêşiya mizgeftan çi ye?

Pirs: Ma caiz e mirov li pêşiya mizgeftan bazirganiyê bike? Di derbarê vê mijarê de gelo tu hadîs an jî ayeteke ku tiştekî wiha qedexe bike heye?

Bersiv: Tu ayet an jî hedîseke ku bazirganiya li pêşiya mizgeftan qedexe bike tune ye. Lê belê hatiye ragihandin ku Pêxember (s.a.w) bazirganî/kirîn û firotina di hundirê mizgeftê de qedexe kiriye.[1]

Ji ber vê hedîsa ku di Tirmizî de derbas dibe û dereceya wê “hesen xerîb e”, hin zanyarên Îslamê danûstendina di hundirê mizgeftan de caiz nabînin. Lê belê hin alimên din ji ber ‘illetê di hedîsê de vê kirîn û firotinê caiz dibînin.

Nîşe: Têgeha “hesen xerîb” ya ku Îmam Tirmizî bikar aniye, dide xuyakirin ku ew hedîs ne sehîh û ne ji zeîf e.[2]



[1] Bnh. Tirmizî, Buyû‘, 77.

[2] Bnh. İsmail Lütfi Çakan, Hadis Edebiyatı, Weşanên Marmara Üniversitesi İlahiyat Fakültesi, Stenbol 1985, rp. 65.