Fetwayen Kurdi
Hukmê beşdarbûna merasîma cenazeyê kesên xeyrimislim çi ye?

Hukmê beşdarbûna merasîma cenazeyê kesên xeyrimislim çi ye?

Pirs: Mirov dikare beşdarî merasîma cenazeyê kesên xeyrimislim bibe yan na?

Bersiv: Mirov dikare beşdarî merasîma cenazeyê yên xeyrimislim; ji malbat, eqreba, heval û yên derdora xwe bibe, bi vê mebestê biçe kilîse û dêrê û sersaxiya wan bike. Encax ne durist e ku mirov bexşandina wan ji Xwedê Teala bixwaze. Lewra ji bo kesên ku mirov bizanibe teqez li ser kufr û şirkê mirine, ne caiz ku mirov ji wan re dua û bexşandinê bixwaze. Ev helwest ji ber van ayetên li jêr qedexe ne. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Tu, li ser çi kesî ji wan -ku bimire- nimêj neke û li ser gora wî jî raneweste. Lewra wan bi Xwedê û Qasidê Wî bawerî neaniye û li ser fasiqiyê mirine.”[1]

Ji Pêxember û bawermendan re ne durist e ku ji bo muşrikan lêborînê bixwazin -çendî ew lêzimên wan jî bin- piştî ku ji wan re diyar bû ku ew xelkê dojehê ne.”[2]

Eger malbat û hevalên mirov ne misilman bin jî bi şertê

Ji bo dîn û baweriya mirov bi mirov re neyartiyê nekin,

Mirov ji warê mirov dernexin û mirov nekin penaber,

Nebin alîkar ji bo yên ku mirov ji warê mirov der dixin.

Mirov dikare bi wan re dostaniyê pêk bîne û başiyê bi wan bike.[3]

Ên ku van xalan binpê bikin, ne durist e ku mirov bi wan re dostanî û hevaltiyê bike û başiyê bi wan bike.



[1] Tewbe, 9/84.

[2] Tewbe, 9/113.

[3] Mumtehîne, 60/8-9.