Fetwayen Kurdi
Firotina malê ku ne di destê meriv de be, gelo caiz e yan na?

Firotina malê ku ne di destê meriv de be, gelo caiz e yan na?

Pirs: Ma mirov bi rêya înternetê zêr bikire û bifiroşe û bi vî awayî pereyan qezenc bike, helal e yan na? Her wiha ji hedîsên di derbarê ticaretê de ez fêhm dikim ku malê ne di destê mirov de be, firotina wî hatiye qedexekirin. Lê belê di zemanê me de bi rêya “e-ticaretê” firotin pêk tên. Di vê muamelê de bikir û firoşker li ser înternetê hev dibînin û di hawirdorekî nîgaşî/xeyalî de dikirin û difiroşin. Ne bikir û ne jî firoşker mal nabînin. Pirê caran firoşker malê ku wê demê di destê wî de ne hazir e, difiroşe. Muameleyek bi vî rengî gelo caiz e yan na?

Bersiv: Bi şertê ku kirîn û firotin bi pêşin be û teslîmgirtina zêr bi dest/bi qeydkirina li hesabê li Bankê be, caiz e. Lewra Pêxemberê me (s.a.w) di kirîn û firotina zêr de pêşinatî, teslîmgirtin û stendina zêr û pereyan, şert dêraye:

Zêr bi zêr, zîv bi zîv, genim bi genim, ceh bi ceh, xurme bi xurme û xwê bi xwê, ji heman cureyî (yek bi yekî), wekî hev bin û bi pêşin bin dibe. Eger cureyê wan cuda bin, bi şertê ku pêşin bin, çawa bixwazin hûn dikarin bifiroşin.”[1]

Hedîsa ku firotina malê ne di dest de qedexe dike wiha ye: Ji Hakim kurê Hazim (x.j.q): Ez hatim ba Qasidê Xwedê (s.a.w): “Yek tê cem min û malekî bi min re tune ye, dixwaze ji min bikire. Ez jî ji bazarê/sûkê mal ji bo wî dikirim. (Di derbarê vî karî de hûn nabêjin çi)” Qasidê Xwedê wiha bersiv da: “Tiştê ku li ba te tune ye nefiroşe.[2]

Di vê hedîsê de sedemê qedexebûna firotina malê ku ne destê mirov de ye, da ku yek ji herdu aliyan mexdûr nebe. Di ticareta li ser înternetê de taybetmendiyên mal hemî tên gotin. Eger mal li gorî wan şertan dernekeve, ji bikir re îmkan û mafê vegerandina mal heye. Li aliyê din, eger firoşker mal teslîm neke, pere derbasî hesabê wî nabe û bi vî awayî xeter û mehzûra ku di hedîsê de hatibû qesdkirin dernakeve holê/nayê meydanê. Encax, eger bi hin niyetên xerab mal bifiroşe, piştî pereyê xwe tehsîl kir û mal teslîmî bikiran neke, wê demê muameleyek wiha dikeve bin hukmê vê hedîsê û dibe heram.

Prof. Dr. Servet Bayındır



[1] Muslim, Musaqat, 81 (1583).

[2] Tirmizî, Buyû‘, 19; Ebû Dawûd, Buyû‘, 68; Nesaî, Buyû‘, 60.