Fetwayen Kurdi
Hukmê kirîna wesayit-xaniyekî, bi rêya “Emin Evim”-“Emin Otomotiv”ê çi ye?

Hukmê kirîna wesayit-xaniyekî, bi rêya “Emin Evim”-“Emin Otomotiv”ê çi ye?

Pirs: Bi rêya sîstema “Emin Evim” an jî “Emin Otomotiv” mirov xanî yan jî wesayitekê bikire mehzûr e yan na? Ma ev sîstem dikeve bin hukmê faîzê?

Bersiv: Me di 15’ê meha 12’an de roja çarşembê, bi rayedarên Emin Evim/Otomotivê li Weqfa Süleymaniye hevdîtinek pêk anî. Ji vê hevdîtinê, li gorî agahiyên ku rayedaran di derbarê bi pêşin û teslimata pêş, teslîmata di nav qewl de û teslîmkirina bi rêya pişkê, hat fêhmê ku ev her sê sîstem jî tu ‘eleqaya wan bi muamela faîzê re tune ye. Bi vê sîstemê ku hûn bibin xwedî wesayit an jî xwedî xanî, tu mehzûrek wê tune ye. Ango caiz e.

Di Emin Otomotivê de pereyê ku di bin navê “heqê rêxistinê/organizasyonê” de ji we tê xwestin, li hemberî xizmetê ye û caiz e.