Fetwayen Kurdi
Hukmê ku mirov bibe bayîyê iddia yan jî ganyanê çi ye?

Hukmê ku mirov bibe bayîyê iddia yan jî ganyanê çi ye?

Pirs: Hukmê ku mirov bibe firoşerê iddia yan jî ganyanê çi ye?

Bersiv: İddia û ganyan qumar e. Qumar jî ji gunehên mezin e. Çawa ku ne caiz e mirovê Misilman bi qumarê bilîze her wiha ne caiz e ku bibe navgîn û wesîle ji bo lîstina qumarê jî.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Bê guman mey (şerab), qumar, peykerên çikandî û falên bi zar pîs in, ji karê şeytên in. Nexwe xwe ji wan dûr bigrin, da ku hûn serfiraz bibin. Bê guman daxwaza şeytên; ku bi mey û qumarê kîn û dijminayiyê bixe navbera we û we ji zikrê Xwedê (Qur’anê) û kirina nimêjê bide paş. Êdî ma hûn dev jê bernadin?”(Maîde, 5/90-91)

Qedexeya di ayetê de, qedexeya dûrmayîna bi her awayî ji qumarê ye. Kesê ku bi vekirina mayîtiyê dibe wesîle ji bo lîstina qumarê, bi sedema ku xwe ji qumarê dûr nexistiye ev qedexe binpê kiriye.

Wekî din divê mirov vê ayetê jî ji bîr meke:

Kî di karekî baş de navcîtiyekê bike, ji wî pareke wî jî heye. Kî di karekî nebaş de navcîtiyekê bike, ji wî re jî parek heye. Xwedê li ser her tiştî desthilatdar e.”(Nîsa, 4/85)