Fetwayen Kurdi
Hukmê vekirina fala stêrkê çi ye?

Hukmê vekirina fala stêrkê çi ye?

Pirs: Remil û falên stêrkê di dînî me caiz e yan na?

Bersiv: Bi kurtasî tiştên ku bi rimildariyê tê navdayên ji nihêrtin û vekirina remil û falan, dinî me teqez ew qedexe kirine. Kesên ku bi van tiştan re mijûl in, angaşt dikin ku ew bi pêşerojê dizanin. Bi rêya tinaz û henekan be jî divê mirov xwe jê dûr bigire.

Ne însan, ne melek û ne jî qasidên Xwedê Teala bi xeybê nizanin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bibêje: Ji bilî Xwedê, yên li erd û asîmanan tu kes ji wan, xeybê nizane.”[1]

Ev ayetên han bi taybetî di derbarê ferişteyan de ne. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Birastî Me însan afirandiye û Em bi ya ku nefsa wî jê re dibêje dizanin û Em ji rahjiyana (şahdamara) wî jî bêhtir nêzîkî wî ne. Li rast û çepê însên du peywirdarên rûniştî hene ku her hal û hereketên wî dinivîsin. Însan çi bibêje, her li balê çavdêr û amadekarek heye.[2]

Yanî, Xwedê Teala bi tiştê di dilê mirov derbas dibe jî dizane, Lê belê firîşte encax bi tiştên ku ji devê mirov dertên dizanin. Di berbarê ku cin jî bi xeybê nizanin Xwedê Teala wiha ferman dike:

“… bi destûra Perwerdegarê te, ji cinan jî yên ku li ber destê Suleyman rêncberiyê bikin, Me xistibûn bin emrê wî. Ji wan kî ji fermana Me derketaya vêca Me dê azara agirê sincirî pê bida tehmkirin.

Wan ji Suleyman re ji kele, peyker, cifniyên mîna hewzan û dîzên cihgirtî yên bixwesta çêdikirin. Gelî malbata Dawûd! Xwedayê xwe bişêkirînin, teqez ji bendeyên Min (yên) şukirdar kêm in!

Êdî dema ji bo Suleyaman Me mirin heq kir, bes kurmikê ku gopalê wî dixwar mirina wî ravayî wan kir. Vêca dema ku ew kumişî ser erdê, ji cinan re diyar bû ku eger bi nependiyê bizanibûna, ewqasî di wê keftelefta riswaker de nediman.”[3]

Pêxember jî encax bi tiştên ku Xwedê Teala bi rêya wehyê hînî wan dike dizanin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bibêje: Ez ji we re nabêjim ku xezîneyên Xwedê li cem min in û ez bi xeybê dizanim û ez ji we re nabêjim ku ez firîşte me jî. Bes ez didime pey a ku ji min re tê hinartin. Bibêje: Erê ma yê kor û yê biçav wekhev in? Ma qey hûn nafikirin.”[4]

Bibêje: Ji ya Xwedê xwestibe pê ve, ez nikarim tu feydê û zirarê bidim xwe jî. Eger min bi ya nependî zanibûya min ê hê bêhtir qencî bikira û ji ya bi zirar û ziyan jî min ê xwe bidaya paş. Ji bo miletekî ku bawerî bîne, ez her hişyarker û mîzgînber im.”[5]



[1] Neml, 27/65.

[2] Qaf, 50/16-18.

[3] Sebe’, 34/12-14.

[4] En‘am, 6/50.

[5] E‘raf, 7/188.