Fetwayen Kurdi
Hukmê xeberdana pîrekê bi tiyê xwe re çi ye?

Hukmê xeberdana pîrekê bi tiyê xwe re çi ye?

Pirs: Di hedîsekê de Qasidê Xwedê Teala dibêje ku “Hamv mirin e”. Li gorî vê hedîsê, di hevdîtinên bi zilaman re divê ku pîrek xwe çawa binixumîne. Lewra ev mijar, di hin deman de wekî pirsgirêkeke civakî derdikeve pêşiya mirovan. Ma xelweta (sekna bi tenê) bi kê re û bi çi awayî durist e? Ango mebest ji gotina “Hamv mirin e” divê ku çawa bê fêhmkirin an jî were şîrovekirin?

Bersiv: Pêxemberê me (s.a.w) di hedîseke ku jê hatiye ragihandin de wiha gotiye:

Ez, çûna bi bal pîrekeke ku mehremek pê re tune be, li we qedexe dikim.” Li ser vê gotinê pîrekekê ji Ensariyan pirsî:Ya Qasidê Xwedê! (Di derheqê eqrebayên ji bilî bav û lawan de tu nabêjî çi?)” Qasidê Xwedê wiha bersiv da: “Xelweta (sekna) bi wan re mirin e.”[1]

Mena gotina “Hamv” ya ku di metnê hedîsê de bi Erebî derbas dibe, eqrebayên mêr ên zilam in. Mîna birayê mêr, zarokên apên wî û hwd.

Di hedîseke din de wiha derbas dibe: “Ji niha pê ve, bila tu zilam bi tenê derbasî ba pîrekekê nebe. Eger yek dudu hazir bin dikare.”[2]

Eger em herdu hedîsan bi hev re binirxînin, em ê bibînin ku çûna bi bal pîrekeke di odeyekê de û bi tenê, hatiye qedexekirin. Xelweta (sekna bi tenê) eqrebayên mêrê pîrekê jî ji ber ku pêkan e bêhtir bibe sedem ji bo fitne û hin xeteran, Qasidê Xwedê Teala gotiye ku: “Xelweta (sekna) bi wan re mirin e.” Pîrek, dema li gorî fermanên Xwedê Teala xwe nixumandibe û ne li cihekî girtî be yan jî bi hebûna kesekî sêyem, dikare bi wan eqrebayan re hevdîtinê pêk bîne.



[1] Buxarî, Nîkah, 112; Muslim, Selam, 8 (2171).

[2] Muslim, Selam 8 (2173).