Fetwayen Kurdi
Zarokên me çênabin ma caiz e ku em zarokekî ji xwe re bigirin?

Zarokên me çênabin ma caiz e ku em zarokekî ji xwe re bigirin?

Pirs: Zarokên me çênabin, birazîkî me heye. Em dixwazin di nufûsê de wî li ber navê xwe, qeyd bikin. Heta temenekî xuyakirî, em ê behsa dê û bavê wî yên rastîn jê re nekin. Zarok hîn deh mehî ye û piştî demekê ew ê bi xwe ji ber xwe ve, ji me re dest bi gotina bavê min û diya min bike. Gelo ev tiştê han caiz e?

Bersiv: Mezinkirin, nihêrtina li zarokên sêwî û yên bêkes û parastina mal û mulkê wan, çiqas bi xêr be, her wiha muamela nexweş bi wan re û xwarina mafên wan, ewqas guneh e.[1]

Di mijara perwerdehî û mezinkirina zarokên eqrebayên ku ji aliyê aborî ve bêhêz in ku ji bo wan bibe alîkar jî meriv dikare bi vî awayî bifikire. Lewra dema bapîrê Pêxemberê me (s.a.w) ‘Ebdulmutallib wefat dike, apê wî Ebû Talib lênerîna wî digire ser xwe.

Lê belê, çawa ku ewladgirtin ne caiz e, jibîrvekirina dê û bavê zarok ên rastîn jî ne caiz e. Dînê Îslamê, saziya ewladgirtinê ya ku li ba Ereban bi awayekî belavbûyî hebû, ji holê rakiriye.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

…û zirkurên we jî ji we re nekirine wekî kurên we yên rastîn! Bi bavê wan gazî wan bikin. Ev, li cem Xwedê dadmendtir e. Vêca eger hûn bavên wan nizanibin, ew birayên we yên dîn û dostên we ne.”[2]



[1] Ji bo ayetên bi mijara sêwiyan re têkildar in bnh. Beqere, 2/83, 215; Nîsa, 4/6, 8, 10, 36, 127; En‘am, 6/152; Îsra, 17/34; Însan, 76/8; Ma‘ûn, 107/2.

[2] Ehzab, 33/4-5.