Fetwayen Kurdi
Ma ji bo betalkirina sêhrê divê meriv çi bike?

Ma ji bo betalkirina sêhrê divê meriv çi bike?

Pirs: Ji bo betalkirina sêhrê, gelo divê ku mirov here cem sêhrbazekî yan divê çi bike?

Bersiv: Sêhr, bandoreke giran ya derûnî li ser mirovan peyda dike. Betalkirina sêhrê jî tê menaya rakirina wê bandorê. Ji bo wê jî mirov naçe ba sêhrbaz. Tiştê dê bê kirin, kirina karên ku baweriya mirov dê li mirov vegerîne. Di vê mijarê de xwendina Qur’anê digel fêhmkirin û hizirîna mena ayetên wê, dê bandoreke erênî li mirov peyda dike.