Fetwayen Kurdi
Ma ji bo şeva gerdekê tu duayekî taybet heye?

Ma ji bo şeva gerdekê tu duayekî taybet heye?

Pirs: Gelo ji bo şeva gerdekê, tu duayekî taybet heye?

Bersiv: Li gorî hedîseke ku ji Ebdullah kurê Mesûd (x.j.q) hatiye riwayetkirin, Pêxember (s.a.w) wiha gotiye:

“(Şeva dawetê) dema bûk diçe cem zavê, zava radibe ji bo limêjê, bûk jî li pişt wî sef digire û bi hev re du rek‘et limêj dikin. Piştre zava wiha dua dike:

اَلّلهُمَّ بارِكْ لِي فِي أَهْلِي وَبارِكْ لِأَهْلِي فِيَّ

اَلّلهُمَّ ارْزُقْهُمْ مِنِّي وَارْزُقْنِي مِنْهُمْ

أَلّلهُمَّ اجْمَعْ بَيْنَنا ما جَمَعْتَ فِي خَيْرٍ وَفَرِّقْ بَيْنَنا إِذا فَرَقْتَ إِلى خَيْرٍ

Xwendina wê:

Ellahumme barik lî fî ehlî we barik li ehlî fiyye

Ellahumme’r-zuqhum minnî we’r-zuqnî mînhum

Ellahumme’c-me‘ beynena ma ceme‘te fî xeyrîn we ferrîq beynena îza fereqte îla xeyrîn.

Mena wê:

“Ya Rebbê me! Bereketê têxe navbera min û jina min.

Ya Rebbê me! Bila pîreka min ji min û ez jî ji wê sûd wergirim.

Ya Rebbê me! Heta em bi hev re bin me di başiyê de bigire û dema Te, em ji hev qetandin jî li ser xêrê biqetîne.”[1]

Ev riwayet, ji ber hin kesên ku di zincîra seneda wê de hene, zeîf e. Lê belê, riwayeta ku di Teberanî de derbas dibe û ji vê hîn saxlemtir e, ev dua ne ji Pêxember (s.a.w); belbî mîna şîretekê ji Ebdullah kurê Mesûd, tê ragihandin.[2]



[1] ‘Elî kurê Ebû Bekir el-Heysemî, Mecma‘u’z-Zewaid we Menbe‘ul-Fewaid, IV, 291-292.

[2] ‘Elî kurê Ebû Bekir el-Heysemî, Mecma‘u’z-Zewaid we Menbe‘ul-Fewaid, IV, 292.