Fetwayen Kurdi
Ma meaşê karkerên ku meaşê wan di faîzê de tê razandin heram e?

Ma meaşê karkerên ku meaşê wan di faîzê de tê razandin heram e?

Pirs: Xwediyê kar, pereyên karkeran di bankê de radizîne û bi vî awayî ji faîzê îstifade dike. Di vê rewşê de meaşê ku karker distînin, gelo tu eleqeya wê bi faîzê re çêdibe?

Bersiv: Pereyê ku dê li karkeran were belavkirin, dema ji aliyê xwedî ve li hember feydeyekê di bankê de were razandin, bi awayê krêdiyê bê razandin, ev ji aliyê xwediyê pereyan ve ne caiz e; lê belê karker ji vê ne berpirsyar in. Meaşê ku dê bistînin helal e.

Lewra heramî di tiştan de yan ji wan bi xwe ye yan jî ji awayê bidesxistina wan derdike holê. Mîna mey û goştê beraz eger heramî ji tişt bi xwe be, jê re heram li ‘eynîhî tê gotin û ji bo her Muslumanî dibe heram. Lê belê, eger heramî ne ji wan bi xwe belbî bi sedem awayê bidesxistina wan be, mîna pereyê faîz û qumarê be, jê re tê gotin heram li xeyrîhî û pereyê ku bi vî awayî tê bidesxistin, sirf ji bo yê ku ev kar kiriye heram e. Eger ne wisa bûna dê her kesî li çavkaniya pere û malê ku digihîje destê wî bipirsiya û jixwe karekî wiha bi tekûzî tu kes nikare bike jî.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê mijarê de ji kerema xwe re serî li lînka jêr bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kumardan-kazanilmis-para-mirascilara-helal-olur-mu.html